Di çarçoveya çalakiyên 16 rojan de kampanya bi navê “Ewlehiya te ewlehiya wê ye "

Navenda Medyaya Civakî bi hevkariya peymangeha ragihandin û pêşketinê ya Filistînê dest bi kampanya bi navê "Ewlehiya te Ewlehiya wê ye" kir. Kampanya di çarçoveya kampanyaya 16 rojan de ye.

NEXEM KERACA
Xeza –Di 5'ê Kanûnê de bi beşdariya gelek ciwan, jin kampanyaya bi navê "ewlehiya te ewlehiya wê ye"  hat lidarxistin.
"Şîdet kiryareke ku mirov hem zirarê dide xwe hem jî yên din e "
Derûnnas Rewan Geyada der barê şîdeta li ser jinan de got: "Tundûtûjî her kiryareke dijmirovî ye ku zirarê dide xwe û yên din. Têgîna şîdeta li ser jinan, şîdeta zayendî ya li ser jinan tê kirin, wekî şîdeta derûnî ku şîdeta herî dijwar e jin rastî vê yekê tên. Ji ber ku em rastî gelek bûyeran tên rojane gotina 'Her roj li min dide lê ez naxwazin gotinên xirab bibihîzim' asta şîdeta derûnî nîşan dide. Diyardeya tacîz û şantajên elektronîkî di dema niha de diyardeyek berbelav e. Tacîz ne bi xizim û ne jî bi biyaniyan re têkildar be wekî şîdeta zayendî tê binavkirin. Makanîzmaya bikaranîna vê şîdetê malbat bi xwe ye. Beriya her tiştî divê dayik hevalên keçên xwe bin ji bo nekevin nava pirsgirêkan û ziranan nebînin û der barê hin mijarên girîng de wan perwerde bikin. Ya din jî divê li dibistanan de waneyên perwedayê li ser perwerdeya zanyendî ya ji bo zarokan hebin diyar bikin ku zarok bi vê mijarê re çawa tev bigerin. Der barê şantaja dîjîtal de em van rojan gelek rastî wê tên lê polîs roleke baş di parastina kesên ku rastî wê tên û belavkirina hişyariyê di nava gel de nalîze û hinek kesên di civakê de xwedî adetek xirab in lewre ew qurbanî ceza dikin û dest nadin sûcdaran.
“Ji bo bidawîkirina şîdetê cîhan bi rengê pûrteqalî hat hilbijartin"
Li ser kampanyayê Endama Desteya Rêveber a Klûba Medyaya Civakî Hîba El-Abadila got: "kampanyaya Ewlehiya te Ewlehiya wê ye di çarçoveya kampanyaya 16 rojan de li dijî tûndiya li ser jinan tê lidarxistin û ev du sal in cîhan bi dirûşma ji bo bi dawîkirina şîdetê cîhan bi rengê pûrteqalî ye hatiye hilbijartin. Hêviyek ew e ku hewldanek ji bo tundûtûjiyê û kêmkirina bandorên li ser jinan çêbibe.  
" Ji bo ku mafên jinan li cîhanê û Felestînê bikevin bin temînatê "
Hîba Ebo Hesenîn jî got: "Peymana klûba medyaya civakî ji peymanan navneteweyî ya cîhanî ya di çarçoveya vê kampanyayê de ye, bi hev re ber bi jîngeheke bê şîdet, bi hev re ji bo mafên jinan li cîhanê û Filestînê bi hev re bigihîjin ewlehiyê di mijarên têkildarî jinan de li ser asta cîhanê û Felestînê."
"Hemû pirsgirêkên jinan girîng in"
Endama klûba medyaya civakî Rîham Ebû Hesenîn wiha domand: "Hemû pirsgirêkên jinan girîng in lê di vê kampanyayê de me giranî da ser tacîz, gefxwarin û şantajên elektronîkî li dijî jinan bi riya medyaya civakî, mixabin piştî belavbûna vîrûsa koronayê bi sedema rûniştina xelkê di malên xwe de bû demeke kurt rêjeya tacîz û şantaja elektornîk zêde bû û yên ku zêde bi van diyardeyan re rûbirû dimînin jin in.” 
Rîham Ebû Hesenîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Peyama min ji civaka navneteweyî û Filistînê re ew e ku jinan biparêzin û nebin sûcdar an jî şirîkên sûcdaran. Bêdengkirin û guhnedana van sûcan bi serê xwe şirîkahiya sûc e. Divê em li ber xwe bidin ger rastî tundiyê bên dijî van sûcan jî dengê xwe bilind bikin û destûr nedin.