Di çalakiyên 8’ê Adarê yên li Cezayîrê de jin daxwaza mafê xwe dikin
Bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinê Cîhanê li paytext Cezayîrê xwepêşandanên jinan hatin lidarxistin kirin. Jinan di xwepêşandanê de xwestin ku Zagona Malbatê were rakirin û doza mafê xwe kirin.
Navenda Nûçeyan – Xwepêşanderan gotin ku ew ji bo daxwaza mafên xwe derketin û derneketin ji bo pîrozbahiyê, ji ber ku jinên Cezayîrî ji hêla hikûmetê ve têne paşguh kirin û rastî şîdetê tên. Her wiha jinan hîn jî mafên xwe bi dest nexistiye. Xwepêşanderan pankartên ku li ser nivîsandine "8'ê Adara 2021: Em ji bo guherînê derketin, ne ji bo pîrozbahiyê", "Wekhevî di navbera jin û mêr de" û "Rakirina Zagona Malbatî" hildabûn û banga guhertina Qanûna Rewşa Kesane kir ku wan biçûk dike kirin. Her wiha wêneyên jinên ji aliyê hevjînê xwe ve hatine kuştin, hildabûn.
Di zagona heyî de mafê jinan nîne
Zagona Malbatê ya Cezayîrî li ser bingeha yasaya İslamî ye, di sala 1984'an de hate pejrandin û hinek xalên wê di sala 2005'an de hinekî hatin guhertin. Xalên girêdayî dadweriya jinan tê de tune ye. Her wiha qanûn rola jinan a di dema şerê serxwebûnê de ku jin tê de hêmanek çalak bû, berevajî dike.
"Sîdaw"
Di nav kesayetiyên herî navdar de ku beşdarî xwepêşandanê bû Liwîzat Agêl Ahrîz ya ku temenê wê 84 sale, her wiha beşdarî şerê rizgariyê yê di sala 1954'an heya 1962'an de bibû û dema ku di sala 1957'an de hatibû girtin, êşkence lê hatibû kirin. Di sala 1962'an de ji zindanê reviya. Di sala 1996'an Cezayîrê li ser peyama Li Dijî Tiştên Cûdakariya Li Dijî Jinan "Sîdaw", li gorî Zagona Malbatê erê kirye. Vê yekê tu guhertinên di berjewendiya jinan de nekir.
Di 22'ê Sibata 2019'an de, her sêşem û înê, ku weke tevgera gel têne nasîn mitingên heftane pêk tên, ku doza guhertina radîkal a rejîma serdet dikin û di Nîsana 2020'an de wan karî Abdelaziz Bouteflika neçar bikin ku îstifa bike.
“Her Dem û Her Der Mafên Me”
Parêzvanên mafên jinan ên beşdarî xwepêşandanê bûn, di heman demê de dayikên windayan di dema şerê navxweyî de meşek cûda ava kirin û pankartên "Her Dem û Her Der Mafên Me" û wêneyên şervanên berxwedanê yên şerê Serxwebûnê hildan.
Xwepêşanderan dirûşmeyên ku pêşnûmeya qanûnî red dikin ku rê bide vekşîna netewbûnê ji Cezayîryên li derveyî welat dij3in berz kirin. Ew ji hêla wezîrê dadê ve hate destnîşan kirin ku dijberên derveyî welat hedef digire.