'Di bin zextê rejîma Baas de me agirê Newrozê vêdixist'
Şemsîxan Gulo ya di salên beriya Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ruxmê êriş û zextên rejîma Baasê jî Newroza xwe timî pîroz kirine anî ziman ku agirê Newrozê ya bi Kawayê Hesinkar destpê kiriye bi Ronahî, Rahşan û Bêrîvanan geştir bûye.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Newroza ku li sernaserî Rojhilata Navîn li gelek welatan weke cejn tê pêşwazîkirin ji bo gelê Kurd roja têkoşîn û serhildanê ye. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê rûxmê êriş û zextên netew dewletên ku welatên wan ji aliyê wan ve hatiye dagirkirin roja Newrozê bi serhildanên xwe veguhertine roja têkoşîna li dijî dagirkeriyê.
Di pêvajoyên beriya Şoreşa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat pêkanîn di encama zextên rejîma Baasê de li Sûriyeyê bi sedan ciwanên ku Newrozê pîroz dikirin hatin dîlgirtin, binçavkirin, di zindanan de hatin qetilkirin û windakirin. Silêman Mihemed Emîn Adî yekem cangoriyê Newroza sala 1986'an e li Sûriyeyê. Li dijî gelê Kurd li Sûriyeyê bi giştî zext hebûn, ji derveyî qedexekirina ziman, çand û hebûnê, nedixwestin cejna Newrozê jî pîroz bikin. Lê belê gel bi pêşengiya jinan, ev yek red dikir û ruxmî hemû zor û zehmetiyan jî Newroza ku bûbû cejneke neteweyî pîroz dikirin.
Şemsîxan Gulo, yek ji wan dayikan e ku ruxmî zextên rejîmê û girtina zarokên wê û xizmên wê, Newroz pîroz dikir. Der barê vê mijarê de Şemsîxan Gulo axivî.
Roja têkoşîn û serhildanê
Şemsîxan Gulo behsa Newroza sala 1984'an dike û wiha dibêje: "Di wê salê de tê bîra min, bi awayekî malbatî me Newroz pîroz dikir. Wê demê em zarok bûn, dayik û bavê min digotin îro roja Kurdan e, îro roja Kawa ye. Radyoyeke kevn jî ligel me hebû, me ew jî bi xwe re dibir nava erdê ku li nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê ye. Jin û ciwanên taxê jî ber bi dengê stranên şoreşgerî dihatin cihê ku me agir vêxistibû. Wisa me bi coşeke mezin heya saetên berêvarê, bi gerandina govendê Newroza xwe pîroz dikir. Bi qasî zor û zehmetiyên wan salan, coş û kelecana pîrozkirina Newrozê xweş bû. Ji ber nebûna wesayîdên gel wê demê, me ew bi xwe re bi teraktor û kamyonan dibir cihê Newrozê. Baran û herî li me diket û em di bin axê de diman lê dîsa jî bi wê coşa ku nayê ziman û nikare îfadeya wan rojan bike, me riya xwe berdewam dikir."
Bilindkirina wêneyê Mazlûm Doxan
Şemsîxan Gulo da zanîn ku di wan salan de wêneyên pêşengên berxwedana Zindana Amedê rakirine û wiha domand: "Ew dîmen xweş tê ber çavên min, di Newrozê de lê nayê bîra min kîjan sal bû, me wêneyên Mezlûm Doxan bilind kir. Mezlûm wekî Kawayê Hemdem hat nasîn ku di 21'ê Adara 1982'an de li Amedê di girtîgeha leşkerî de, bi 3 darikên şixatê Newroz pîroz kir û agir berda bedena xwe. Ne tenê ew wêneyên cangoriyên Rojiya Mirinê jî hebûn, Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz. Her wiha wekî malbat, me keç û xortên xwe hemû kom kirin û li ser govendê perwerde dikirin. Her wiha textên ku em li ser radizan, me wekî dikên pîrozbahiya newrozê amade dikir û bilok dikişandin. Me bi xwe amadekarî dikir. Newrozên me bi serkeftî derbas dibûn. Rast e ew dewlet bûn lê belê em ji wan zîrektir bûn."
Ruxmê qedexeyan gel li qadên Newrozê bû
Şemsîxan Gulo bal kişand ser siyasetên rejîmê li dijî rojên dîrokî ê gelê Kurd û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Li dijî gelê Kurd bi her awayî êrîş hebûn. Roja 14'ê Sibatê kirin roja hezkiriyan. Lê di wan du rojan de, polîtîkaya navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê hatibû amadekirin dihat pêkanîn ku di 15'ê Sibatê de ew dîl girtin. Di wê rojê de gelê Kurd li hemû cîhanê reş girêda, bi dehan kesan agir berdan bedena xwe û xwe ji zinaran avêtin. Ev bêexalqiyeke mezin û şerm bû ji dewletê re ku wê rojê bikin roja evînê. Nayê înkarkirin û ne tê veşartin jî. Dewleta Sûriyeyê roja 21'ê Adarê wekî Cejna Dayikê ragihand, tenê ji bo ku Kurd Cejna Newrozê ku dikeve heman rojê pîroz nekin. Lê wekî ku dewletê dixwest nebû û Kurdan sal bi sal agirê Newrozê geştir dikirin."
Di şeva Newrozê de komkujî
Şemsîxan Gulo da xuyakirin ku Newrozeke bê xwîn derbas nebûye û wiha domand: "Di şeva Newroza 2008'an de li Qamişloyê rejîma Baasê komkujiyek pêk anî, 3 ciwanên me qetil kirin û nêzî 6 kes jî birîndar kirin. Gule li ciwanên ku amadekariyên pîrozkirina Newrozê dikirin barandin. Ji bo qetilkirina her 3 ciwanan, serhildan çêbûn û dîsa jî ji bo ku kêfxweş nebin me bi zora xwe Newroz pîroz kir. Dewlet li hemberî gelê Kurd bi awayekî nijadperestî û netewperestî tevdigeriyan, wekhevî û edaletê qebûl nedikirin. Kîn û desthilatdariya xwe li ser Kurdan ferz dikirin."
'Newroz hesteke neteweyî ye'
Şemsîxan Gulo bilêv kir ku Newroz rojeke nû ye ne tenê ji gelê Kurd re ji tevahî cîhanê re û wiha pêde çû: "Bi destê Kawayê Hesinkar rojeke nû rojeke ji Kurdan û tevahî cîhanê re afirandin. Yê ku bi vê rojê bawer kir, xilasiya xwe dît. Ruxmî hemû berdelên giran ku em heya roja îro didin lê dîsa bi vêxistina agirê Newrozê em soza tolhildanê jî pê re nû dikin. Em bi vê rojê sînorên zilmê û zincîrên koletiyê li ser xwe û tevahî mirovahiyê diqetînin. Gotineke wiha heye ku tiştê qedexe tê xwestin û em bi xwestina mafên xwe di rewşên herî xirab de jî bi îsrar bûn. Wekî ku me ji mirinê jiyana nû afirandiye, hestên pir xweş in ji ber hesteke neteweyî ye."
‘Li cihê avê min mesîn tije mazot kir û berda ser agir’
Şemsîxan Gulo bîranînek ji şeveke Newrozê bi bîr xist û wiha anî ziman: "Dîsa şeva Newrozê bû, me wekî jin û ciwanan agir vêxistibû. Leşkerên rejîmê girtin ser me û pir bi hêrs gotin; ev çi agir e, zû avê bînin û vî agirî bitefînin. Min jî çû misîna xwe li şûna avê tijî mazot kir û berda ser agir û wiha agirê me geştir û bilindtir bû. Ew pir bihêrs bûn lê nikaribûn wî agirî bitefînin. Tiştê ji bo wê hatin jî, nebû. Hema paş stûyê xwe xurandin û meşiyan. Ma em ê Ronahî, Rehşan û Mezlûm Doxan ji bîr bikin ku bi çi awayî Newroz pîroz kirin?."
'Em agirê Newroza 2023'an gurtir bikin'
Şemsîxan Gulo bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Divê bi agirê bedena Ronahî, Bêrîvan, Zekiye û Mezlûman, Arîn û Barînan, bi agirê di dilê dirtiyên me yên di zindanan de em agirê Newrozê geştir bikin îsal. Newroz berxwedan û têkoşîn e divê ku bi rihê azadiya Rêber Abdulla Ocalan em agirê Newrozê vêxin."