Di 8 mehên ewil ên 2026'an de li Sûriyeyê 118 jin hatin kuştin
SOHR’ê ragihand ku tenê di 8 mehên ewil ên 2026’an de li Sûriyeyê 118 jin di encama şer, pevçûn û tundiya çekdarî de hatine kuştin. Rapor eşkere dike ku tevî derbasbûna qonaxeke nû jî, metirsiya li ser jiyana jinan bê navber berdewam dike.
Navenda Nûçeyan – Ji ber kaosa ewlehiyê ya berdewam, tundî û bandorên mayînde yên salên şer, jin li Sûriyeyê rasterast berdêlan didin. Ev yek di hejmara mirina kesan de ku ji destpêka salê ve hatine tomarkirin, diyar dibe. Belge nîşan didin ku jin li herêmên curbecur hê jî rastî rewşên bi xeter tên.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku ji destpêka sala 2026’an ve heya dawiya Tebaxê li deverên cuda yên Sûriyeyê 118 jin bi êrîşên çekdarî, pevçûnên mezhebî, pevçûnên navxweyî û gulebaranên bêserûber, hatine kuştin.
Daneyên SOHR’ê bi awayekî berfireh tundiya li dijî jinan eşkere dikin û nîşan didin ku bi bermahiyên şer û tundiya çekdarî gelek jin dibin hedef. Çarenûsa gelek jinan hê jî nediyar e, piştî dîtina şeş cenazeyên jinan di gorên komî de û mirina yên din di bin şert û mercên nezelal de ne.
Li gorî belgeyên ku duh ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ve hatine weşandin, Heleb bi 37 jinan di rêza yekem a lîsteya bajarên ku herî zêde jinên hatine kuştin de ye. Li gundewarên Şamê 17 jin, li Humsê jî 11 jin hatin kuştin. Hejmara li parêzgehên din jî wiha ye: Reqa 8, Suweyda 8, Hesekê 7, Idlib 6, Dêra Zorê 6, Lazkiye 5, Hema 4, Şam 3, Deraa 3 û li Tertûsê jî 3 jin hatin kuştin.
Meha Çileyê meha herî kujer bû
Li gorî daneyên ku ji aliyê SOHR’ê ve hatine belavkirin li gorî mehên salê, hejmara herî zêde di maha Çileyê de mirina 33 jinan bû. Di meha Tîrmehê de 16, di Gulan de 15, di Hezîranê de 13, di Tebaxê bi 10, di Nîsanê de 9 û di Adarê de 7 jin hatin kuştin.
Ev hejmar nîşan didin ku jinên Sûriyeyî dibin hedefa şerê ku bi salan e didome. Bi hebûna çekên bê kontrol, texrîbatên şer, dabeşbûnên civakî, pevçûnên navxweyî û tundiyê re rûbirû dimîna.
Rayedarê SOHR’ê tekez dike ku her çendî welat ber bi qonaxeke nû ve diçe û divê bi ewlehî û aramî pêk were jî; kuştina 118 jinan di heşt mehan de nîşan dide ku bandorên şer bi rawestandina dijminatiyê bi dawî nebûne û tundî bi awayên curbecur li ser jiyana sivîlan berdewam dike.