Di 5’emîn Kongreya YNK’ê de jinan kotaya ji sedan 25 derbaz nekir

Kongreya 5’emîn ya YNK ku ev pênc roje berdewam dike, li gor biryara hate girtin di her lêjneyekê a jinan de koteya ji sedan 25 bû. Lê belê rêjeya jinan heta niha di endamtiya encûmena serkirdeya YNK’ê de bû ji sedan 15.

Navenda Nûçeyan- Di 27’ê Îlonê de kongreya 5’emîn ya Yekitiya Nîştîman a Kurdistanê YNK bi bejdariya 600 endaman, li bajarê Silêmanî destpêkir û 5 rojan berdewam kir dûh bi dawî bû.

Berdevka Kongreya 5’emîn ya YNK’ê Talar Letîf di destpêka kongreye de rêjeya beşdariya jinan di encamê de diyarkir ku, jin ji bo sê encûmena bûn namzet. Li gor hêjmara hate diyarkirin divê kotaya jinan ji sedan 25 be lê belê di encamê de bejdariya ji vê rêjeyê kêmtir bû û bû ji sedan 15.

Her çendî ku YNK xwe weke partiyek demokrat bi nav dike û diviya bû rêjeya jinan kotaya ji sedan 25 derbaz bike. Lê belê piştî bi dawîbûna kongreyê ragihandina navên endamên encûmena serkirde ya YNK’ê, dekret ku bi giştî 60 endamên serkirde û serokê partiyê. Tenê 9 jin bûn endamê encûmena serkirde û ev jî ji rêjeya kota kêmtire.

Li gor navên hate ragihandin Şanaz Îbrahîm Ehmed, Rêwaz Fayîq, Rabîa Emed, Ferryal Abdullah, Bilêse Cebar Ferman, Şewnim Zrar Bilbas, Fewziya Nezîf, Teler Latîf û Ciwan Îhsan weke endamên serkirde yên YNK’ê hatin hilbijartin ku ev rêje tenê ji sedan 15 ye û ji kotaya 25’an kêmtire.