Di 11’ê Tîrmeha 2025’an de li Şikefta Caseneyê dîrok hat nivîsandin
Gelê Kurd ji bo aştiyê têkoşiyaye lê di dema êrîşan de ji bo parastina xaka xwe şer kiriye. Salek berê li Şikefta Caseneyê bi pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin dîrok hat nivîsandin.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Di dirêjahiya dîrokê de şikefta Caseneyê ji cihekî cografî zêdetir bûye; carna dengê “Bangî Heq” jê bilind bûye û carna jî bûye qada bûyereke girîng a hevdem. Şikefta Caseneyê yek ji wan cihan e ku di nava sedsalek de bûye cihê du bûyerên girîng di dîroka Kurdistanê de.
Di destpêka sedsala borî de, Şêx Mehmûdê Hefîd li wî cihî yek ji hejmarên destpêkê yên rojnameya “Bangî Heq” weşand; rojnameyeke ku bû dengê daxwaz û hişyariya neteweyî. Nêzî sedsalek şûnde, di 11’ê Tîrmeha 2025’an de, Şikefta Caseneyê careke din bû navenda balkêşiyê. Di çarçoveya pêvajoya aştiyê de û li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK’ê merasîmek ji bo şewitandina çekên komek gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê li wê derê li dar xist. Di wê rojê de, hejmarek siyasetmedar, rojnamevan û çavdêr amade bûn. Paşê, 30 gerîla (15 gerîlayên jin û 15 gerîlayên xort) bi rêzeke bi rêkûpêk ketin qada merasîmê. Piştî xwendina peyamek, çekên xwe şewitandin û dûre ketin rêzê çûn. Wêneyên jinên gerîla bi lez di medya cîhanî û torên medyaya dîjîtal de belav bûn.
Di yekemîn salvegera şewitandina çekan de li Şikefta Caseneyê rojnamevan Tewar Adil û rojnamevan Şoxan Mîrza der barê wê rojê de ji nûçegihana ajansa me re axivîn û weke şahidên bûyerê hestên xwe anîn ziman.
‘Li Şikefta Ceseneyê em bûn şahidên mijareke dîrokî’
Rojnamevan Tewar Adil, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku merasîma şewitandina çekan a di 11’ê Tîrmeha 2025’an de, ji aliyê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ve, ji bo îsbatkirina niyata baş a gelê Kurd a ji bo pêvajoya aştiyê bû, wiha berdewam kir: “Gelê Kurd û dijminên Kurdan li Şikefta Caseneyê gihîştin hev. Em bûn şahidên mijareke dîrokî ya gelê Kurd. Bi riya ragihandina nûçeyan, em dikaribûn tevli pêvajoya şewitandina çekan a ji aliyê gerîlayên azadiyê ve bibin. Mijara aştiyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve, dikaribû tevahî aliyên siyasî, partî û dijminên gelê Kurd li cihekî bîne cem hev. Di 11’ê Tîrmeha 2025’an de tiştê ku nehatibû hêvîkirin ew bû, ji aliyê dewleta Tirk a ku xaka Kurdistanê dagir dikir ve, bi riya medyayê dîmenên gerîlayan dihatin weşandin. Tevî hemû rojnamevanan, mîkrofonên hemû alî û kanalên Tirk û endamên MÎT’a Tirkiyeyê tevlî mîkrofonên me bibûn. Dema ev dîmen diçûn her medyaya cîhanî, di nava rojnamevanan de peyama bihevrebûnê dihat dîtin. Tevahî ragihandina Başûrê Kurdistanê ji bo şopandin û gihandina agahiyan amade bûn, di nava wan de ragihandina cîhanî û ya dewleta Tirkiyeyê jî hebû. Di dema rûdana her rewşa tenduristiyê de, xebatkarên medyayê alîkariya hev dikirin ku vê yekê hevgirtina medyakaran ji bo pêvajoya aştiyê nîşan dida.”
Li Şikeftê gelek kesayet ji bo şopandina bûyerê amade bûn

Tewar Adil di dirêjahiya axaftina xwe de wiha anî ziman ku: “Paşê wekî ew koma ku bû şahidê merasîmê, em ber bi Şikefta Caseneyê ve bi rê ketin. Di nava merasîmê de gelê azadîxwaz, çalakvanên siyasî û Dayîkên Aştiyê yên ji Bakurê Kurdistanê ku di navenda pêvajoya aştiyê de ne, amade bûn. Her wiha di navbera wan de çavdêrên siyasî, MÎT û dezgehên îstîxbaratê jî hebûn. Tevahî hemwelatî û rojnamevan li benda rûdana merasîmê bûn, kes nizanibû dê çi bibe. Beriya destpêkirinê, hemû amadebûyî hatin agahdarkirin ku di dema destpêkirina merasîmê de tu kes dirûşm navêje. Bi derketina gerîlayan û komek ji hevalên rêveberiyê, tevahî azadîxwaz û Dayîkên Aştiyê rabûn ser piyan û dirûşma “Bijî Rêber Apo” berz kirin. Her çendî çavdêran amaje bi bêdengiya amadebûyan dikirin jî gel bi çavên tije hêsir û tevlî şahiyê, çepik lêdan û tîlîlî lîlandin.”
‘Hêsirên çavên dayîkên gerîla ne yên xemgîniyê yên şahiyê bûn’
Tewar wiha domand: “Paşê behsa şewitandina çekan û peyama wê hat kirin ku vê yekê şaşbûnek mezin di nav amadebûyan de ava kir. Paşê ref bi ref gerîla bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, çekên xwe şewitandin. Piştî şewitandina çekan, gerîla vegeriyan nava dilê çiyayan. Tevahî merasîmê çend peyam di nava xwe de dihewandin; di nava wan de dayîkên ku zarokên wan di vê têkoşînê de şehîd ketibûn hebûn, ji Bakurê Kurdistanê serdana merasîmê kiribûn. Bêyî tirsê bixin dilê xwe ji bo dema vegerandina Bakur, beşdarî merasîmê bûn. Piştî qedandina merasîmê min serdana wan dikir û ji wan re digot “negirîn” lê wan digot “ev hêsirên şahiyê ne.” Tiştê ku balê dikişand, dayîkek bû ku her çend ji siyasetê baş fêm nedikir jî ji bo aştî û bihevrebûna gelan bi dilxweşî hêsir dirijandin.”
‘Pêxistina agir û şewitandina çekan tê wateya hêz û nûbûnê’
Tewar Adil diyar kir ku di nava merasîmê de ji bo çavdêrên Tirkiyeyê û MÎT'ê, dîtina Besê Hozat û komek ji hevalên rêveberiyê şokeke mezin bû. Wiha pêl da gotinên xwe: “Hebûna wê komê bi pêşengiya Besê Hozat nehatibû hêvîkirin. Dewleta Tirkiyeyê û gelek çavdêran behsa radestkirina çekan dikirin; dengvedana radestkirinê hebû ku qaşo bi çavdêriya Emerîkayê koda çekan tê girtin û paşê çekan radest dikin. Lê belê gerîlayên azadiyê çekên xwe şewitandin û peyama hatina qadê, şewitandina çekan û vêxistina agir ku li cem gelê Kurd tê wateya nûbûn û hêzê û paşê vegerandina wan a bo çiyayan, tevahî amadebûyan û cîhanê şok kir.”
Tewar Adil bal kişand ser şewitandina çekan ku ronahiyek ava kir, got ku ev hemû xwedî peyam bûn. Her wiha da zanîn ku gelê Kurd di dîroka kevn de ji bo parastina xwe, aliyên Kurd xwe spartiye dewletên mezin û dagirker da ku xwe biparêze lê gerîlayên azadiyê çekên xwe şewitandin û xwe nespartin kesê, berevajî vê peyam dan ku ew bi xwe têdikoşin, hêza xwe ji xwe digrin.
Tewar Adil destnîşan kir ku dewletên Rojavayî piştî merasîmê ketine dewrê û daxwaz kirine ku pêvajoya aştiyê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve were bicihanîn her wiha daxwaza pêvajoya mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Tewar Adil wiha vegot: “Her wiha gelê me yê Êzidî heye ku bi hezaran kes ji wan di komkujiyan de hatin kuştin lê niha bi hebûna mijara aştiyê re dibêjin ku komkujî dê werin sekinandin û gel dê bi hev re bijîn ku ev bi xwe dê bibe xwedî dengvedan û bandoreke mezin.”
Şewitandina çekan peyameke din a pêvajoya aştiyê bû
Tewar Adil axaftina xwe wiha domand: “Merasîma şewitandina çekan, vekişîna gerîlayên azadiyê ji Herêmên Parastina Medyayê peyameke din a pêvajoya aştiyê bû; vegera wan ji bo xwedûrxistina ji propagandayan bû. Vekişîna gerîla ji sînorên medyayê peyama duyemîn an jî ya zêde ya pêvajoya aştiyê bû. Ev gav îsbat dike ku gelê Kurd û gerîla heta dawiyê aştî û bihevrebûnê dixwazin. Li pey vê yekê jî heta îro Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd tên ser ekranên televîzyonan, behsa pêvajoya aştiyê dikin, behsa piştgiriya Rêber Abdullah Ocalan dikin û ji bo her biryara ku di berjewendiya gelê herêmê de be amade ne. Ev pêvajo ne pêvajoyeke yek-du rojî ye ku bi ser bikeve û paşê bibêjin ev e destkeftî; pêvajoya aştiyê pêvajoyeke xebat û têkoşîna gelê Kurd e. Em her roj li benda derxistina qanûnan in di parlamentoya Tirkiyeyê de, li benda pêkanîna mafê hêviyê ne. Her wiha li benda azadkirina girtiyan in li Bakurê Kurdistanê. Her wiha gel li benda rakirina wê tecrîda li ser Rêber Apo ye.”
Tewar Adil gotinên xwe wiha domand: “Belê dê serdemek were ku em pêvajoya aştiyê bibînin, her çendî hebûn û bidestxistina pêvajoya aştiyê zehmet be û berdêlên giran bixwaze jî ya rast ew e ku ew çekên ku bi salan di tarîtî û sermaya çiyayan de, li hemberî dewleta Tirkiyeyê, jinên Kurd, ciwan û xaka Kurdistanê parastin, rojek hatin şewitandin. Dibe ku niha ji bo me ne mumkin xuya bike ku em aştiyê bi Tirkiyeyê re bibînin lê hêvî di paşerojê de heye.”
‘Şewitandina çekan ji bo sedsaleke din jî dîrokeke zindî ye’
Tewar Adil di dawiya axaftina xwe de weke rojnamevanek çavdêr di merasîmê de, hestên xwe wina anî ziman: “Me her dem wisa dizanibû ku siyaset karê mezinan e lê em wekî rojnamevan di temenekî pir ciwan de dibin şahidên bûyerên dîrokî. Di salên 2008-2009’an de, dema ku gel li dijî zilm û neheqiyê herikî qadan, ez her dem fikirîm ev nifşê nû ne bextewar e, ji ber ku agahiyên wî li ser siyaset û bûyerên dîrokî nîn e. Nifşê beriya me her dem behsa bûyerên xwe yên dîrokî dikirin lê êdî tu bûyerek me tunebû ku em behs bikin. Lê belê me dît ku çerxa Kurdan ber bi dorûbereke din ve dizivire, ew jî hebûna mijara aştî û bihevrebûna gelan bû. Em bûn şahidên bûyereke dîrokî ku dê di sedsala li pêş de jî behsa wê were kirin. Îro em behsa serkeftinên gelê Kurd ji cîhanê re dikin. Her wiha ji bo min û hemû amadebûyan hestek pir xweş bû; cara destpêkê bû ku me komek gerîla ji nêz ve bi çekên wan dîtin, her yek ji wan beşdarî çend şeran li dijî dijmin bûbûn û çekên xwe li ser milên xwe parastibûn. Gelek caran guman li cem min çêdibe gelo rast e ez di nav wê merasîmê de bûm? Ev hestek taybet bû ji bo me rojnamevanan. Ew bûyer ji bo gelê Kurd serkeftineke mezin û dîrokî bû, pêwist e em van rojan ji bo nifşên piştî xwe dubare bikin da ku bizanibin gelê Kurd xwedî çi rojên dîrokî ye.”
‘Ji bo pêkanîna aştiyê bi şewtandina çekan jinên gerîla gavên girîng avêtin’
Rojnamevan Şoxan Mîrza a di Medyaya Azad de dixebite jî wiha got: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, biryara kongreya PKK’ê di nav xwe de dihewand. Piştî vê yekê jî gavên ku ji bo niyata baş pêwîst bûn, ji aliyê Tevgera Azadiyê û Rêber Apo ve ji bo birêveçûna vê pêvajoyê hatin avêtin. Di 11’ê Tîmehê de bang li ragihandinê hat kirin ku gaveke dîrokî û mezin ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ve tê avêtin. Cih û dema wê ne diyar bû. Ji me re wekî ragihandina azad gotin ku çend rojnamevan amadekariyên xwe bikin da ku em li wir bi awayekî zindî şopandina vê gava girîng bikin.”
Di berdewama gotinên xwe de wê got: “Piştî demeke dirêj li ser Herêmên Parastina Medyayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd dihatin kirin, ev bangewazî bû sedema hinek nîqaşan û di vê navberê de têkiliyên dîplomatîk ên bihêz ava bûn. Ev ji bo aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û navxweyî yên Tirkiyeyê gaveke girîng bû. Hejmareke zêde ya rojnamevanên welatên derve li wir amade bûn. Tenê bang li saziyên medyayê û rojnamgeran hatibû kirin ku li wir amade bin lê agahî û hûrgiliyên berfireh nedabûn ragihandinê.”
‘Şewitandina çekan wek niyeta baş e’

Şoxan Mîrza bi bîr xist ku piştî sala 2013’an pêvajoya aştiyê têk çûbû, mereq û daxwazeke mezin hebû; ev yek bûbû cihê bala hemû cîhanê ku gelo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê wekî niyeta baş dê çi gavê bavêje. Gava yekem a pêvajoyê ji bajarê Silêmaniyê bû. Amadekariya wê hatibû kirin ku Tevgera Azadiyê daxuyaniyek ji bo şewitandina çekan bide lê paşê cihê wê hat guhertin ku ev bû cihê serincê lê belê ev guhertin bi ewlehiya herêmê ve girêdayî bû. Paşê li Şikefta Caseneyê merasîm hat lidarxistin. Biryar ew bû ku Hevseroka Konseya Rêveber Besê Hozat, pêşengiya 30 gerîlayên 15 jê jin û 15 mêr bûn re bike. Li wir, li Şikefta Caseneyê gav hatin avêtin. Ev saeteke dîrokî û demeke pir girîng bû di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de. Lê rastiyek hebû ku fikarên wiha hebûn ‘dê çawa gerîla çekên xwe bişewitînin?’ Lê Tevgera Azadiyê zû daxuyand ku ev şewitandina çekan wekî niyeta baş e û ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin dê bi şêwazên cuda, bi riya dîplomasiyê, bi têkoşîna civakî û têkoşîna fikrî berdewam bikin. Ev saeteke pir girîng bû li wir, em jî wekî rojnamevan li benda wê bûn ku bînin ziman ka dê çi were gotin û gav dê çawa werin avêtin.”
Şikefta Caseneyê ji bo gerîlayan bû penagaheke ewle
Şoxan Mîrza wiha domand: “Hilbijartina Şikefta Caseneyê ji aliyê cografî û dîrokî ve xwedî pêgeheke girîng e ku berê jî di nava têkoşîna azadiyê ya Başûrê Kurdistanê de xwedî cihekî taybet bû. Yekem rojnameya Kurdî li wir derçûbû ku ev girîngiyeke dîrokî dide wî cihî. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi salan e têkoşîna azadiyê di nava şikeftan de didomînin. Li wir, hatina gerîlayan nîşaneya niyeta gerîla û niyeta têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû. Nîşan dida ku dixwazin têkoşîna xwe ji çiyayan bînin nava bajaran û xebateke dîplomatîk û siyasî li wir bimeşînin.”
Şoxan Mîrza nirxandinên xwe wiha domand: “Bi pêşengiya Besê Hozat komek gerîla ji şikeftê dihatin xwarê. Ev bi xwe nîşan dide ku hem jinek pêşengiya pêvajoya aştî û demokrasiyê ya Rêber Apo dike, hem jî wê peyamê dide cîhanê ku gelê Kurdistanê dixwaze tundî û şerê ku bi salan e di navbera gelê Kurd û dewleta Tirk de heye bi dawî bibe û gerîla di nava bajêr de li ser maseya diyalogê xebata xwe bimeşînin. Gerîla bi şêwazekî disiplîn û birêkûpêk ji şikeftê hatin rûbera çiyê ku wê moral û hêza gerîla nîşan dida. Belê gerîla hem di çiyayên Kurdistanê de dikarin xebateke bihêz bimeşînin hem jî dikarin di nava bajêr de jî xebatên dîplomatîk, civakî û siyasî bimeşînin. Ev peyama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye û daxwaz ew e ku Rêber Apo bi xwe bi banga aştî û civaka demokratîk, dixwaze zemîna qanûnî û siyasî ji bo gelê Kurd ji bo çareseriya pirsgirêkê ava bike û dawî li tundiyê bîne. Bi salan e tundî heye û nikaribûye çareseriyeke bingehîn ava bike. Li wir, ew peyama gerîlayan bi pêşengiya Besê Hozat dibînin. Peyamê nîşan dida ku hem jin di vê guhertinê de pêşengiyê dikin, hem jî ew hêz û îrade heye ku gelê Kurdistanê stratejiya xebata xwe ji çekdarî biguherîne ji bo xebata siyasî û qanûnî di nava Tirkiyeyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd.”
Şoxan Mîrza di berdawamiya axaftina xwe de ev yek jî zelal kir: “Armanca civaka Kurdistanê aştî û demokrasî ye û armanca wê bidestxistina mafên xwe ye bi riya xebatên siyasî û civakî. Ev peyameke girîng û gerdûnî ye ku bi wê niyeta baş, gerîlayan bi şewitandina çekên xwe nîşanî hemû cîhanê dan. Em bi salan e di nava xebat û têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û tevgerên din ên li beşên din ên Kurdistanê de ne; armanca me ya sereke bidestxistina mafên me û naskirina wan mafên siyasî û qanûnî yên Kurdan e di nava dewletan de; ew dewletên ku Kurdistan di navbera wan de hatiye dabeşkirin. Kurd dixwazin wekî hebûneke siyasî serxwebûna wan hebe, bi taybetî jî di warê wan mafên destûrî û çandî de ku di nav qanûnên dewletan de werin çespandin û gelê Kurdistanê xwedî nasnameyeke siyasî ya serbixwe be.”
Gerîlayan di dirêjahiya dîrokê de banga çareseriya aştiyane kirine
Şoxan Mîrza da zanîn ku gerîlayan di tevahiya pêvajoyan de banga aştiyê kirine û wiha domand: “Şîroveyên cuda ji aliyê çînên civakê ve ji bo vê yekê hatin kirin. Dîmenên çiyê, şikeftê, gerîla û jineke şoreşger di nava vê pêvajoyê de xwe dibîne û şewitandina çekan, hemû bûn sedem ku nêrînên civakê dabeşî ser çend beşên cuda bibin. Hinek aliyên ku piştgiriya wê tevgerê dikirin, wisa dizanibûn ku ev tişt bi dawî bûye. Kesên ku wekî asayîş peywira parastina wê navçeyê girtibûn ser xwe, xemgîniyeke kûr di çavên wan de dihat dîtin ku ka dê çawa xebata çekdarî û parastina rewa bi dawî bibe. Ev pirs bi wan re û bi rojnamevanan jî ava bûn. Ji xwe er digotin ‘çawa Tevgera Azadiyê çekên xwe bişewitîne, ev sedema mayîn û naskirina wê ye û sedema destpêkirina vê pêvajoyê ye li Tirkiyeyê?’”
Şoxan Mîrza anî ziman ku ew xebata ku Tevgera Azadiyê di dirêjahiya 50 salên têkoşîna gelê Kurd de dike, parastina bihêz û îradeya pola wisa kiribû ku rewşeke wiha derkeve pêş, bi guhertinên li herêmê re girêdayî bû. Şoxn Mîrza wiha domand: “Pêşengiya Besê Hozat di cîhanê de deng veda. Rast e jinek xwedî bedena nazik e lê xwedî îradeyeke bihêz û pola ya wekî çiyayan e, biryar ji bo vê pêvajoyê dabû. Amadebûn ji bo gerîla pir giran bû, şewitandina çekan zor bû. Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser stratejiyek kar nake ku tenê çekdarî be, berevajî vê, ew tevgereke siyasî, fikrî û civakî ye ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de di rûberên cuda têdikoşe. Lê belê her kes vê yekê nizane. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê kesên ku hestiyar nêz dibûn, digotin ka dê çawa gerîla çekên xwe bişewitîne û gelo dewleta Tirk gihîştiye armanca xwe ku gerîla çekên xwe dayne yan bişewitîne?”
Şoxan Mîrza di dawiya axaftina xwe de got: “Medyaya desthilatdariyê li Başûrê Kurdistanê li ser pirsgirêka Kurd, pir xerab di vê pêvajoyê de kar kir. Êdî wisa nîşan dan ku her tişt bi dawî bûye û piştî 50 salan ji xebata xwe çekên xwe danîne û teslîmî dewleta Tirk bûne. Hinek jî ev wekî gaveke girîng didîtin ka dê dewleta Tirk ji vî alî ve çi gavan bavêje. Tevgera Azadiya Kurdistanê jî dizane ku dewleta Tirk li ser bingeha tunekirina gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ava bûye. Niha Tevgera Azadiyê û Rêber Apo dixwazin vê yekê biguherînin; komareke demokratîk ava bibe û hemû gelên Tirkiyeyê xwedî mafên xwe bin. Di nava wan de jî gelê Kurdistanê mafên xwe yên siyasî û qanûnî di nav Tirkiyeyê de bi dest bixe. Hestên tevlihev ava bibûn; hinek xemgîn û hinek jî kêfxweş bûn. Heta niha ew dîmen di mêjî û hişê kesên Başûrê Kurdistanê de maye. Me hêsirên şahiyê û fikarê didîtin, me kenê bi hêvî û henekên bi pêvajoyê re jî didîtin lê bi giştî her kesê ev yek didît ku ev niyeta Tevgera Azadiyê ya baş e. Lê mixabin dewleta Tirk tevî salek di ser wê pêvajoyê re derbas bûye jî gavên pêwîst neavêtiye.”