Di 10 mehan de 32 rojnameger hatin girtin

Zext û girtina rojnamegeran berdewam dike, di 10 mehan de 32 rojnameger hatin girtin. Rojnamegerên jin der barê operasyonan de axivîn, li dijî van girtinan bang li rêxistinên pîşeyî kirin ku xwedî li dengê xwe derbikevin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê di 10 mehên dawî de li dijî xebatkarên çapemeniya azad 4 operasyonên cuda hatin lidarxistin. Di van operasyonên ku navenda wan Amed û Enqere ye tên pêkanîn de 32 rojnameger hatin girtin. Di dosyanên rojnamegerên ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin de, sedemên wek delîlên şênber hatin nîşandan. 6 rojnamegerên ku Hevseroka Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firat Dîcle Muftuoglu jî di nav de ye di 25 û 29’ê Nîsanê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin û şandin girtîgehê.

Di 10 mehan de bi 4 operasyonan 32 rojnameger hatin girtin!

Operasyonên ku beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê ku weke hilbijartina çarenûsê ya Tirkiyeyê tên dîtin tên pêkanîn didomîn, girtina rojnameger û parêzeran jî ji bo ewlehiya hilbijartinê wek xetereyeke mezin tê nirxandin. Di operasyonên ku li welat di nav 10 mehan de hatin pêkanîn de bi dehan rojnameger hatin binçavkirin.

Rojnamegerên jin diyar kirin ku dê bi operasyonan negihîjin armanca xwe û têkoşîna heqîqetê dê berdewam bike, zext û binçavkirinên li ser xebatkarên çapemeniyê ji ajansa me re nirxandin. Rojnameger Evrîm Kepenek, anî ziman ku heta rejîm û parêzvanên serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hemû kes baş dizanin operasyon çima tên pêkanîn û bal kişand ku rojnameger ji ber şahidê binpêkirinan in tên hedefgirtin.

'Armanca wan bêdengkirina civakê ye'

Evrîm Kepenek, da zanîn bi operasyonan armanc dikin ku bi riya rojnamegerên Kurd ne tenê rojnameger, civakê jî dîzayn bikin û wiha got: “Yên ku van operasyonan dikin dizanin dema li Amedê rojnameger û parêzer bên girtin em peyam bidin hemû kesê ku li Enqere, Stenbol û tevahiya Tirkiyeyê dijîn. Armanca van operasyonan bêdengkirina civakê ye, armanceke din jî ew e ku beriya hilbijartinan agahiyên rast ji herêmê asteng bikin. Difikirin çiqas ajansên Kurdî lawaz bikin, ew ê ewqas tomarkirina binpêkirina mafên a li herêmê asteng bikin. Lê bi salan e ev armanc bi awayekî hatin valaderxistin. Yên ku vê operasyonê dikin nikarin vê yekê bibînin an jî naxwazin bibînin. Çapemeniya Kurd li her derê riyek dibîne û heqîqetê bi awayê herî zelal ji raya giştî re radigihîne.”

'Dê şagirtên Apê Mûsa bi awayekî serbilind xebatên xwe berdewam bikin’

Evrîm Kepenek, diyar kir ku rojnamegerên Kurd xwedî tecrubeya ku dikarin bi hêza xwe pêvajoya tê jiyîn bi ser bixin û wiha got: "Bêdengî zirarê dide rojnamegerên Kurd lê ji bo kesê ku xwe weke rojnameger an jî demokrat bide nasîn, dikare rewşeke hin dijwartir ava bike." Evrîm Kepenek li dijî neheqiya tê kirin bang li hemû kesan kir ku dengê xwe bilind bikin û îtîraz bikin, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser van tiştan; “Bêguman şikandina bêdengiyê ji bo rojnamegerên îro hatine girtin girîng e lê beriya her tiştî ev  ji bo civakê  û baweriya me ya bi heqîqetê re jî girîng e. Hevalên me ji bilî rojnamegeriyê tiştek nekirin. Yên ku vê yekê herî baş dizanin ew kesên ku wan binçav dikin û digirin. Wek duh îro jî dê şagirtên pêşerojê û çapemeniya azad Apê Mûsa bi awayekî serbilind xebatên xwe berdewam bikin. Hewl didin ji bêdengiyê bahozek ava bikin û hemû kesan jî daxil bikin lê li dijî vê bahoza bêdengiyê, bahoza nûçeyek pir xurt, pratîk û kevneşopiya nûçegihaniyê heye.”

'Nûçeyên tên çêkirin dibin mijara sûcdarkirinê'

Rojnameger Sîbel Yukler, diyar kir ku binçavkirin bênavber berdewam dikin û got ku bi Qanûna Sansurê ya ku piştî girtina rojnamegeran ket meriyetê, tê dîtin ku dê asta darbeya li dijî çapemeniyê bigihîje kîjan rehendan. Sîbel Yukler, anî ziman ku operasyonên li dijî rojnamegerên Kurd bêyî vê yekê û bi îradeyek temamî siyasî pêk tên, bal kişand ser lêpirsînên ku ji derveyî binçavkirinan hatine vekirin û diyar kir ku bi vê tabloyê re tê xwestin ajans bikeve rewşeke ku nikaribe bixebite. Sîbel Yukler der barê sûcdarkirin û girtina rojnamegeran de wiha got: “Sûcdarkirin û lêpirsîn bi awayekî dijqanûnî tên meşandin, hema bibêje her yek van ji îfadeyên şahidên beriya salan hatine dayîn û giştî yên veşartî tên darizandin. Li tu deverên cîhanê ev nûçeya rojnamevanek ku lînçkirina Sûriyeyiyan dişopîne nikare sûc were hesibandin lê di lêpirsîna rojnamevanên li Enqereyê de dibe mijara sûcdarkirinê û ev rojnamevan tenê ji ber van 'delîlan! dikevin girtîgehê. Derxistina biryara girtinê ya bi hinceta "endamtiya rêxistina" ya ji bo şopandina qetilkirina malbata Dedeoglu eşkere dike ku di nava salekê de ji bo îmhakirin, tirsandin û bê amûr û sazîkirina van rojnamegeran bi sedemên siyasî tên tevgerkirin.”

'Ev êrîş ne ji bo îro, ji bo piştê hilbijartinê jî peyamek e’

Sîbel Yukler, diyar kir ku operasyon fikarên der barê ewlekariya hilbijartinên nêz dibin jî zêde dikin û wiha got: “Asta girtinan a di 10 mehan de û operasyona dawî nîşan dike ku li dijî îradeya gelê Kurd û pêvajoya hilbijartinan hatine amadekirin. Ev nîşana wek fîlmê bi raya giştî re hat parvekirin. Nîşan da ku çawa xwe ji operasyonê re amade kirine. Tora rêxistinî ya berfireh ku dê bigihîje rojnamevan, rêxistinên sivîl, siyasetmedar, parêzer û aktorên gel ji azadiya siyaset, çapemenî, derbirîn û rêxistinbûnê piştî hilbijartinê wek peyamek tê dîtin.”

‘Em encax dikarin bi hevgirtinê ji tarîtiyê derkevin’

Sîbel Yukler di dawiyê de bang li rêxistinên pîşeyî kir ku bikevin nava tevgerê û wiha got: “Tevî ku duh û îro jî xala em herî kêm dibînin ew e jî divê em bi israr bi awayekî rêxistinkirî dengê xwe bilind bikin. Dixwazim bersiva vê pirsê, bi gotina yek ji rojnamevanên herî geş ê vî welatî ku roja berê hatibû girtin bidim. Min pirs kir, Abdurrahman Gok wiha bersiv da: 'Ger tirs di civakekê de belav bûbe û rojnamevan jî teslîmî vê yekê bibin dê hemû civak ber bi tarîtiyê ve were kişandin. Ên ku ji vê ji tarîtiyê rizgar bikin rojnameger in. Em encax dikarin bi hevgirtinê ji tarîtiyê derkevin.”