DFG: Em ê bibin şopdarê doza rojnamegeran

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) daxuyaniyek nivîskî weşand û xwest rojnemegerên hatine girtin werin berdan. Komaleyê bang kir ku dozên derbarê rojnamegerên ku tên darazandin de hatine vekirin bê betalkirin.

Navenda Nûçeyan - Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) derbarê ‘qanûna sansurê’ ku hevdîtina wê li Dadgeha Destûra Bingehîn didome û danişînin dozên derbarê rojnamegeran de hatine vekirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînek li Amedê di 8’ê hezirana 2022’yan de li dijî rojnamevanan operasyonek pêk hat de 20 jê rojnamevan 22 kes di vê operasyonê de hatine binçavkirin û 16 rojnamevan piştî binçavkirina 8 rojan di 16’ê Hezîranê de hatin girtin. Her wiha hat diyarkirin ku di çarçoveya heman dozê de, piştî 13 mehan, di 11 û 12’ê Tîrmehê de, di danişîna ewil a li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin de, 15 rojnamevan hatine berdan û duyemin danişîna dozê dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku wê sibe rojnameger Beriş Peylîvan, Bariş Terkoglu, Ahmet Sever, Canan,Kaya, Îsmînaz Temel, Havva Cuştan û Mansur Çelik derbikevin pêş dadgerê.

‘Em bang dikin ku me bi tenê nehêlin’

DFG di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê kirin ku wê bibin şopdarên dozê û wiha hate gotin: “Her roj rojnamevan tên darizandin. Doz li rojnamevanan tên vekirin. Rojnamevan di bin dorpêç û şopandina darazê de ne. Lê erk û peywira rojnamevanan ne salonên darazê ye, li qadan şopandina nûçeyan e. Divê li korîdorên darazê nûçeyên hiqûqê bişopînin. Dema ku ew bên darizandin, mixabin ew dibin mijara nûçeyan. Ev jî dibe sedem ku pergalek sosret ava bibe. Ji bo ev sosretî bi dawî bibe divê berî her tiştî rojnamegerên girtî bên berdan. Divê darizandina rojnamevanan a neheq bi dawî bibe. Ger ku rojnamevan neyên berdan û darizandina wan bi dawî nebe mirov nikare behsa darazek hiqûqî bike. 

Emê sibe ji nêzve bibin şopdarê vê dozê. Emê li edliyê li kêleka hevalên xwe yên tên darizandin bin. Ji bo dengê me xurt û gur bê bihîstir bibe, em bang li raya giştî dikin ku rojnamevanan bi tenê nelêlin. Dîsa em bang li hemû rojnamevanan dikin ku me tenê nehêlin. Em bang li hemû saziyên eleqeder dikin ku hempişeyên me bi tenê nelêlin. Bi vê wesîleyê em dipên ku di mijara 'Zagona Sansurê' de Dadgeha Destdûra Bingehîn ji bo betalkirinê vîna xwe nîşan bide. Em dubare diyar dikin ku em vê zagona rojnamevanan dixe bin tundî û zorê bi tu awayî qebûl nakin.”