DFG’ê rapora meha Mijdarê eşkere kir
Li gorî rapora DFG’ê ya meha Mijdarê, 8 rojnamevan hatine binçavkirin, derbarê 8 rojnamevanan de doz hatiye vekirin û derbarê 14 kesan de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ji ber dozên berê, darizandina 79 rojnamevanan didome.
Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha Mijdarê ya binpêkirina mafên rojnamevanan û niheqiya li saziyên çapemeniyê tê kirin, bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di demek ku nîqaşên li ser demokratîkbûnê û pêşketinên dîrokî tên kirin de, binpêkirinên li dijî rojnamegeran berdewam kirin, rojnameger bi awayekî bêhiqûqî hatin desteserkirin, lêpirsînên nû hatin destpêkirin û tevî nebûna delîlan jî ew bi cezayên giran re rû bi rû man.
Binçavkirina rojnamevanan
Di raporê de hate destnîşankirin ku di meha Mijdarê de, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê ku girtî tê darizandin Ekrem Îmamoglu de lêpirsîn da destpêkirin û rojnameger Soner Yalçin, Şaban Sevînç, Asli Aydintaşbaş, Ruşen Çakir, Batûhan Çolak û Yavuz Ogan ketin ber lêpirsînê. Ev rojnameger bi angaşta “Bi eşkereyî agahiyên derew belav kirine û alîkariya rêxistinên sûc kirine” hatin sûcdarkirin.
Di raporê de hate îfadekirin ku şopandina nûçeyan a rojnamevanan hatiye astengkirin, Polîsan bi awayekî sîstematîk rojnamegerên ku hewl didan dîmenên protestoya xwendekarên Zanîngeha Wanê ya Yuzuncu Yilê bigirin, asteng kir. Di meha Mijdarê de rê li ber 5 rojnamegeran hat girtin da ku nûçegîhaniyê nekin. Ev yek bû sedema muameleya xirab a li rojnamegerek, gef li 4 rojnamegeran hat xwarin. Rojnamegerek di girtîgehê de bi binpêkirinên mafê xwe re rû bi rû ma.
‘Em binpêkirinan dibînin û li berçavan digrin’
Di raporê de hate diyarkirin ku di meha Mijdarê ku rojnameger hatin darizandin û rastî cezayên giran hatine de, lêpirsînên nû li dijî 14 rojnamegeran hatine destpêkirin û lêpirsînên li dijî 8 rojnamegeran veguheriye dozê ango darizandinê. Darizandina 79 rojnamegeran di 46 dozan de berdewam kir û 15 rojnameger ku di nav wan de rojnameger Hamdûllah Bayram û Rahîme Karvar jî hebûn û bi giştî 17 sal û 5 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn. DFG’ê wiha got: “Ziyana ku ji ber tayînkirina mufetîşan li dezgehên medyayê çêdibe, berdewam dike. Mufetîşê ku ji bo Tele 1’aê hatiye tayînkirin 30 kes ji kar derxistin. Di heman demê de Rojnameya Hurriyetê 59 kes ji ber “sedemên aborî” bê kar hiştin. 9 malper hatin girtin û ragihandina nûçeyekê hate astengkirin. Ragihandina 2 hezar û 61 parvekirinên X’ê jî di meha Mijdarê de hatin astengkirin û RTUK cezayên îdarî li pênc weşanan birî. Her çiqas di meha Mijdarê de di çarçoveya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li Tirkiyeyê pêşketinên girîng qewimîn jî, gotinên provokatîf û hedefgirtina kes û saziyan ji aliyê hin rojnamegeran ve, binpêkirinên mafên mirovan pêk tînin. Em van binpêkirinan dibînin û li ber çavan digirin. Wekî ku me ji destpêkê ve jî gotiye, em piştgiriyê didin pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji hemû hevkarên xwe dixwazin ku li kêleka rojnamegeriya aştiyê bisekinin da ku ev pêvajo bi Tirkiyeyek demokratîk bê tacîdarkirin.”