Xwendekarên Qamişloyê: Em biryara li hember zimanê xwe qebûl nakin

Xwendekarên ku beşdarî xwepêşandana Yekîtiya Xwendekaran a li bajarê Qamişloyê bûn, gotin ku biryara 27’ê Tebaxê ya ku zimanê Kurdî heftiyê tenê bi sê saetan sînordar kir, qebûl nakin.

Qamişlo – Li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên ji bo zimanê Kurdî her diçe berfireh dibe. Di şert û mercên ku perwerdehiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dikeve nav qonaxeke nû de, biryara 27’ê Tebaxê ya li ser rêjeya waneyên zimanê Kurdî pirsên girîng derxistiye holê. Mamoste û xwendekarên ku zimanê Kurdî wekî bingeha fêrbûn û pêşveçûna nifşên nû dibînin, li hemberî vê biryarê dengê xwe bilind dikin û nerazîbûna xwe nîşan didin.

Ji ber vê yekê, di bin dirûşmeya “Zimanê me, nasnameya me ye” de, Yekîtiya Xwendekaran li dijî biryara 27’ê Tebaxê ya sînordarkirina hînkirina zimanê Kurdî ya heftiyê tenê sê dersan, xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan li Çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişloyê, bi beşdariya mamoste, xwendekar û gelê herêmê pêk hat. Xwendekarên ku beşdarî xwepêşandanê bûn, ji ajansa me re daxwaz û nerazîbûnên xwe li ser biryara zimanê Kurdî anîn ziman. Îlaz Gulo ku di pola 4’an de ye, dixwaze ku bi zimanê xwe yê dayîkê bixwîne û li ser bingeha zimanê xwe mezin bibe.

‘Zimanê Kurdî beşek ji hebûn û nasnameyê ye’

Merwa Fetah ku xwendekara pola 7’an e û ji destpêka perwerdehiya xwe ve bi zimanê Kurdî dixwîne, nerazîbûna xwe anî ziman: Merwa diyar kir ku ew nikare bi zimanê Erebî bixwîne û tekez kir ku zimanê Kurdî ji bo wê ne tenê zimanek e, her wiha beşek ji hebûn û nasnameya wê ye.

‘Pêwîst e em bi zimanê xwe biaxivin û perwerdeya xwe bibînin’

Talîn Xelîl a xwendekara pola 9’an e, daxwaza parastina mafê zimanê xwe kir û destnîşan kir ku ji bo zimanê Kurdî amade ye canê xwe feda bike. Talîn got: “Em Kurd in, pêwîst e em bi zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe perwerde bibînin.