DFG: Di mehekê de li dijî rojnamegeran 54 binpêkirin hate jiyankirin

Li gor rapora meha Tîrmehê ya DFG’ê derbarê binpêkirina mafê rojnamegeran de diyar kir ku li beramberî rojnamegeran 54 binpêkirinan mafan û îhlalkirina ewlehiyê hatine qeydkirin.

Navenda Nûçeyan - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha Tîrmehê ya binpêkirina mafên rojnamegeran eşkere kir.

Di raporê de bal hat li hilbijartinên di 14-28’ê Gulanê hat kişandin û hat diyarkirin ku piştî hilbijartinê zextên li ser rojnamegeran zêde bûye. Hat zanîn ku rojnameger nikarin bi awayekî azad karê xwe bikin û ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di çarçoveya lêpirsînê de bi kelepçe binçavkirin û girtina rojnamegeran hat bibîr xistin.

Di raporê de wiha hate gotin: “Li  gor daneyên ku herî dawî di 1’ê Tirmehê de hîna 60 rojnameger ji ber kare xwe di girtîgehên Tirkiye de ne. Tenê ev tablo rûyê rasteqîn ê desthilatê nîşan dide ku piştî hilbijartinê tenê endamên wê hatine guhertin. Wisa diyar e ku wê qarneyê qabîneya nû yê çapemeniyê wê ji qabîneyên beriya niha ne cudatir be. Weke komele ji bo ku ev rewşa li welat ji holê rabe kar û xebatên me yên rêxistinkirina rojnamegeran didomin. Em bang li hemû rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê dikin ku li dijî zextên li ser rojnamegeran mil bidin hev da ku bikaribin zextên li ser rojnamegeran bi dawî bikin.”

60 rojnamegerên girtî hene

Li gora raporê derbarê binpêkirinên maf û ewlehiya rojnamegeran a di meha Tîrmehê de 54 binpêkirinên mafan hatiye jiyankirin. Di vê çarçoveyê de di serdegirtina malan de 4 rojanmeger hatin girtin. Di nava mehekê de 13 rojnameger hatin binçavkirin. Gef li 2 rojnamegeran hatin xwarin. Li 18 rojnamegeran şopandina nûçeyan hate qedexekirin. 4 rojnamegerên di girtîgehê de rastî binpêkirinên mafan hatin.

Di meha Tîrmehê de derbarê 3 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin. Derbarê 2 rojnamegeran de doz hate vekirin. Doza ku derbarê 55 rojanemegeran de hatî vekirin berdewam dike. Li girtîgehan 60 rojnameger tên girtin.

Astengkirin û ceza

Li aliyê din di meha Tîrmehê de bi giştî 16 binpêkirin hatiye jiyankirin. Di vê çarçoveyê de ji aliyê Lijneya Bilind ya Televizyon û Radyo (RTUK) ve 5 caran cezayê sekinandina bernameyan hate dayîn, dû qedexeyên weşanê, li 9 saziyên ku 7 platformên medyaya dijîtal hene cezayê pare hat dayîn. 90 nûçe hatine qedexekirin, 905 naverokên di medyaya dijîtal de hate qedexekirin.