Şengaliyan serdana gorên komî kir

Endamên sazî û dezgehên civaka Êzidî serdana gorên komî li Herdan kirin û şehîdên fermanê bibîr anîn.

Şengal – Duh êvarê endamên sazî û dezgehên civaka Êzidî serdana gorên komî li Herdan kirin û şehîdên fermanê bibîr anîn. Bi dehan xelkê Şengalê li hev kombûn û bi daxuyaniyekê bang li raya giştî hate kirin ku ji bo parastina mafên civaka Êzidî xwedî helwest bin.

Daxuyanî ji aliyê Endama TAJÊ Kinê Xidir ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di serî de em hemû şehîdên fermanê bibîrtînin, ev bûn neh  sal bi sedan xelkê me bi destê DAIŞ’ê û hevkariya mala Berzanî hate qetilkirin. Dixwestin civaka Êzidî biqelînin û ji Şengalê derkevin. Civaka me li ber xwe da û nehêla ew xeyalên dijmin biçin serî. Îro ji me re rojek reş û zehmete, em bang li hemû gelê xwe dikin  vê rojê ji bîr nekin, li şehîdên xwe xwedî derkevin. Ger em îro li ser vê axê jiyan dikin bi saya keda şehîdaye. Her bostek ji vê axê bi ked û xwîna şehîdekî sor bûye. Em soz didin emê dest ji doza wan şehîdan bernedin ku canê xwe li ser vê rêyê dan.”

Di dewamê de Kinê Xidir got: “Neh sal derbas bûne, lê ev roj xaleka reşe li ser ruyê mirovahiyê û welatên ku mafê mirovan diparêzin. Ji ber ku li ber çavê hemû cîhanê em rastî vê komkujiyê hatin. Lê kesek li me xwedî derneket parastina me nekirin. Şermeke mezine heya nehe ev ferman wekî jenosît nehatiya naskirin û tenê gotineke liser kaxezê maye. Em bang li hemû mirovahiyê dikin li himber civaka Êzidî bibin xwedî berpirsiyar.”

‘Em serî natewînin!’

Neam Bedel a ew jî çûbû serdana gorên komî ji ajansa me re axivî û got: "Em di vê rojê de û di şexsê şehîdên Girzerik de tevahî şehîdên fermanê bibîr tînin û bejina xwe li ber wan ditewînin. Berxwedanî û têkoşîna ku li vê gundî hatiye meşandinê bo wesîleyek ku hemû miletê me yê Êzidî ji hovîtiya DAIŞ'ê xilas bibe. Her sal di vê wextî de em tên vê gundî ziyaret dikin û hemû gorên komîn jî em ziyaret dikin. Bila dijmin bizane em tu carî serî xwe li ber zilim û zordariya tu kesî natewînin."

Dayê Neam di berdewamiya gotinê xwe de bal kişand ser xiyaneta PDK'ê û wiha pêde çû:"Dema fermanê pêşmergeyan hemû silahên xwe yên giran ji çeteyên DAIŞê re hêlabûn û wisa pişta xwe bi me de kirin reviya. Ruxmî berxwedana ku hatiye meşandinê bi silahê biçuk lê dîsa jî serkeftin ya Êzidiya bû, niha em bi hêza xwe serbilindin û tu kes nikare me têk bibe."

'Şehîdên me em ji fermanê xilas kirin'

Derbarê vekirina gorên komîn de ku ev neh salên kes lê xwedî derneketiye jî dayika bi navê Gewrê Xelef Elî wiha nêrînê xwe bi me re parve kir: “Em niha li vir hazir bune ji ber şehîdên xwe ku bi canê xwe yê pîroz em xilas kirin. Beriya fermanê jiyana me gelek xweş bu lê fermanê mala me xira kir destê me ji zarokê me qut kir. Niha em li qampên Başur meyze bikin her roj şewat derdikeve êdî bes e bila vegerin ser cih û warê xwe."

 Gewrê Xelef Di dawiya gotinên xwe de ev bang li xelkê Êzidî kir: “Daxwaza me van hestiyan ji vê derê rakin da malbatê şehîdan bikaribin li îdan û erefeta biçin ser mezerê