“Dewletên hegomonîk fikrên azad ji bo berjewendiyên xwe xeter dibînin”
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ayşe Mehmûd bal kişand ser domandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Dewletên hegomonîk fikrên Rêber Apo weke xetereke mezin li ser berjewendî û desthilatdariya xwe dibînin lewma dixwazin qutbûnekê di navbera civakê û Rêber Apo de çêbikin, di heman demê de komplo û lihevkirinên xwe nûjen bikin.”
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ayşe Mehmûd bal kişand ser domandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Dewletên hegomonîk fikrên Rêber Apo weke xetereke mezin li ser berjewendî û desthilatdariya xwe dibînin lewma dixwazin qutbûnekê di navbera civakê û Rêber Apo de çêbikin, di heman demê de komplo û lihevkirinên xwe nûjen bikin.”
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 23 sal in li îmraliyê dîlgirtî ye her wiha tecrîdeke girankirî li ser tê meşandin. Dewleta tirk nahêle ku malbat û parêzer hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbikin. Di 25’ê Adara sala 2021’ê de birayê Rêberê Gelê Kurd Mihemed Ocalan pê re bi telefonê axivî lê axaftina telefonê pir kurt bû. Gelê Kurd û hemû mirovên welatparêz ên bi fikir û felsefeya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatine girêdan rojane li dijî tecrîdê di nav çalakiyan de ne. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ayşe Mehmûd armancên tecrîdê nirxand.
Armancên tecrîdê
Ayşe bi van gotinan behsa armancên komployê kir: “Em dibînin ku tecrîdeka giran li ser Rêber Apo tê meşandin, bi vê yekê re dixwazin civakê û Rêber Apo ji hev veqetînin. Aloziyên di Rojhilata Navîn û cîhanê de bi giştî, kilîta çareseriya wan, fikrên neteweya demokratîk e. Ji ber vê hêzên desthilatdar bi taybetî di vê demê de, bi dawîkirina lihevkirina Lozanê re derfetekê ji xwe re dibînin ku careke din vê lihevkirinê nûjen bikin. Di heman demê de aloziyên di Rojhilata Navîn de hîn kûrtir bikin û li gorî berjewendiyên xwe nexşeyeke nû ava bikin. Dewleta tirk dixwaze êrîşên xwe yên li ser civaka kurd rewa bike ji bo vê jî em dibînin ku her tim tecrîdê li ser Rêber Apo zêde dikin. Dixwazin gelê me bidin fêrkirin ku êdî Rêber Apo di zindanê de ye, dixwazin rewşa heyî bidin qebûlkirin û careke din koletiya xwe li ser civaka me bidin ferizkirin.”
Armanca êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Kurdistanê
Ayşe bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: “Êrîşên dewleta tirk a faşîst li ser xaka Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Ev êrîş hemû armancên wê dagirkirina herêmê bi giştî ye. Êrîşên dewleta tirk li ser civaka me û tecrîda girankirî ya li ser rêberê me ji hev cuda nîn in. Bi riya êrîşan dixwazin dagirkeriya xwe rewa bikin û berjewendiyên xwe di Kurdistanê de pêk bînin. Dewletên hegomonîk û dewleta tirk, em dibînin ku careke din destên xwe dane hev û dixwazin komployê nû bikin. Komplo vê carê li ser gele aştîxwaz e, gelê ku mafê xwe diparêze û ne alîgirê şeran e.”
“Fikrên azad di mêjiyê hemû jinan de hatine rûniştandin”
Ayşe da zanîn ku helwestên jinan li hemberî tecrîdê diyarker in û wiha pêde çû: “Rêber Apo fikra Neteweya Demokratîk pêşkêşî civakê kiriye ku çawa hemû pêkhate bi hev re dikarin bijîn û rê li ber nûbûneke pêşketî vekin. Fikrên azad di mêjiyê hemû jinan de hatine rûniştandin û ji bo azadiya Rêber Apo hemû jin di nav tevgerê de ne. Armanca me ew e em vê tecrîda girankirî ji holê rabikin û rêberê xwe azad bikin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinan hatiya meşandin, ji ber vê zîhniyeta desthilatdar dixwaze serweriya xwe li ser jinan bide meşandin û jinan ji riya azadiyê vegerîne. Dixwazin rê li ber azadiya jinan bigrin lê ev yek rastî têkoşîneke bêhempa ji aliyê jinan ve tê.”
Li dijî tecrîdê têkoşîneke xurt pêwîst e
Li hemberî van kiryar, plan û komployên heyî têkoşîneke xurt pêwîst e. Ayşe bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Biryar û helwestên me li dijî hemû kiryar, plan û komployan wê her têkoşîn be. Lê em wekî jin, tu carî azadiya xwe tenê napejirînin, azadiya Rêber Apo wê esasê têkoşîna me be.”