‘Dewleta Tirk tevî erdhejê jî êrîşên li ser herêma Firatê didomîne’
Tevî karesta ku di encama erdhejê de li Tirkiyeyê çêbûye jî çend roj in dewleta tirk bênavber tevgera hewayî û êrîşên li ser herêma Firatê ranewestandiye.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Di berbanga 6'ê Sibatê de li bajarê Mereş ê Tirkiyeyê erdhejeke bi pileya 7.7 pêk hat. Erdhejê bandoreke mezin li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir her wiha Bakur û Rojavayê Sûriyeyê jî ziyanên mezin dît. Li gorî agahiyên dawiyê yên hatine parvekirin, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêdetirî 22 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran jî hîn di bin kavilan de ne. Her wiha li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê ku erdhejê herî zêde bandor li navçeya Cindrêsê ya herêma Efrînê, Heleb û Idilbê kir, di encama wê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji erdheja destpêkê û heta niha zêdetirî hezar erdhejên bi pileyên 3-5 pêk hatine.
Tevî rewşa heyî ku weke karesateke mirovî hatiye bilêvkirin, dewleta Tirk dest ji kiryarên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berneda. Di 7'ê Sibatê de ango piştî rojekê ji erdhejê, balafirên şer û yên bê mirov li ser navenda navçeya Eyn Îsa û di heman demê de balafirên bêmirov li ser Kobanê digeriyan. Her wiha di 9'ê Sibatê de û bi taybetî di seatên sibehê de careke din balafirên şer û yên bêmirov li ser asîmanê kantona Girê Spî yê dagirkirî û navçeya Eyn Îsayê digeriyan. Li aliyekî din gundên Xalidiyê û Hîşe yên girêdayî Eyn Îsa û riya M4 bi çekên giran hatin bombebarankirin. Di 11'ê Sibatê de dewleta tirk gundên Seyda, Xalidiyê, Teyba û riya M4 careke din bi çêkên sekvanî û yên giran bombebaran kir. Li rex vê yekê tevgera balafirên bêmirov li ser herêmê bênavber berdewam dike.
Di vê çarçoveyê de berdevka rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl rewşa êrîşan û erdhejê nirxand.
‘Mirovahî bi karesteke mezin re rû bi rû ye’
Mizgîn Xelîl di destpêka axaftina xwe de xemgîniya xwe ya ji bo qurbaniyên erdhejê wiha anî ziman: "Ev hefteyek e ku erdhejeke bi pileya 7.7 li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê pêk hatiye ku yekser bandoreke mezin li ser herêmên Bakur û Rojavayê Sûriyeyê kir. Di encama vê erdhejê de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran birîndar hene. Mirov dikare vê bûyerê weke mezintirîn karestatên mirovî yên di van salên dawî de pênase bike. Rûdaneke gelek bi êş û xemgîn bû ku bandorê li me hemûyan kir. Ev hefteyek e em di hewayeke xemgîniyê de dijîn, bi taybetî ji bo gelê me yê Kurd ku bi salan e jana şer û pevçûnan dijî û herî dawî jî rû bi rûyê erdhejê maye. Em di demên zor de diborin, ji ber vê em bi êşa gelê xwe hîs dikin û em sersaxî û şîfayê ji wan re dixwazin."
‘Dewleta tirk di her derfetê de êrîşan pêk tîne’
Mizgîn Xelîl di domandina axaftina xwe de wiha behsa êrîşên dewleta tirk yên di hemdema erdhejê de kir: "Em aloziyeke mirovî dijîn ku di asta yekê de hevgirtin û yekitiyeke xurt pêwîst e ji bo em bikaribin vê rewşê bi hev re derbas bikin. A niha her kes bi rengekî metirsîdar dijî, bi taybetî ji roja erdheja mezin û heta niha ve erdhejên bi pileyên nizm berdewam dikin. Ji lewre weke gelê herêma Firatê her di fikrara pêşerojê de ne û li benda bidawîbûna vê rewşê ne. Mixabin tevî vê rewşê jî dewleta tirk dest ji kiryar û êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berneda. Bi salan e dewleta tirk dijminahiya gelê Kurd dike, di her derfetê de dixwaze Kurdan qir bike. Di demeke ku karesateke di vê astê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk hatiye, li şûna ku dewleta tirk bi vê mijarê re mijûl bibe û pêwistiyên gelê xwe bi cih bîne em dibînin ku tevgera hewayî û bombebarana li ser Herêma Firatê berdewam dike."
‘Pêwîst e ev êrîş werin rawestandin’
Mizgîn Xelîl di dawiya axaftina xwe de behsa xwedîderketina li nirxên mirovî kir û got: "Ev çend roj in balafirên şer û yên bêmirov li ser asîmanê Eyn Îsa û Kobanê digerin her wiha riya M4 û gundên li derdorê bênavber tên bombebarankirin. Ev nêzikatiyên dewleta tirk gelo di kîjan zagon û hevpeymanên navdewletî de cihê wan heye. Gel wêran û perîşan bûye, xeteriyên erdehejê berdewam dikin her wiha bi hezaran qurbaniyên di bin kavilan de ku li benda rizgarkirkirinê ne hene. Di rewşeke bi vî rengî de ku tevahî cîhan dişopîne, êrîşên dewleta tirk didomin. Ji lewre divê ku ev êrîş werin rawestandin. Di vê pêvajoyê de pêwîstî bi piştgirî, hevgirtin û yekitiya mirovî heye."