Dewleta Tirk li Tişrînê 4 welatiyan qetil kir, 15 kes birîndar bûn
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di bombebarana dewleta Tirk a li ser Bendava Tişrînê de 4 welatî hatine qetilkirin û 15 jî birîndar bûn.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/01/20250118-20250118-sequence-137-00-00-25-06-still011-jpg612e79-image-jpg25c10b-image.jpg)
Tişrîn – Nobeta gel a li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yê li ser Bendava Tişrînê didome. Îro dewleta Tirk cara sêyemîn êrişî nobetdarên bendavê kir.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa dijî Bendava Tişrînê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker careke din kombûna siîvlan a li Bendava Tişrînê hedef girt û di encama vê êrişa yekser li dijî sivîlan de 4 nobedarên li bendavê jiyana xwe ji dest dan û 15 jî birîndar bûn.
Êrişa li ser ambulansê
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk ambulansa Heyva Sor a Kurd ku tê de birîndarên êrişa Bendava Tişrînê hebûn bombebaran kir.
Hat diyarkirin ku ambulansa Heyva Sor a Kurdî birîndaran radikirin nexweşxaneya Tebqayê.