Dewleta Tirk li Minbicê 4 zarokan qetil kir

Dewleta Tirk îro bi riya bejahî êrişî gundewarên Minbicê kir. Di êrişan de 4 zarok hatin qetilkirin, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv dide êrişan.

Navenda Nûçeyan – Li gor Ajansa Nûçeyan a Hawarê (AHNA) çeteyên dewleta Tirk îro (1 îlon) saet 06.00’an de bi riya bejahî êrîşî gundewarên li bakûr-rojavayê Minbicê kirin. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bersiva êrîşan da û li gundê Ewn Dadat êrîş têk birin. Li gundên Muhsenlî, Ereb Hesenû, Um Cilûd, Seyade û Dendeniyê jî pevçûn didomin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên leşkerî di êrîşên destpêkê yên li ser gundê Mihsenlî yê li bakûr-rojavayê Minbicê de 4 zarok hatin qetilkirin.