Dewleta Tirk li komkujiya Parîsê mikur hat
Serokê berê yê îstîxbarata Tirk, Haksmaîl Hakki Pekîn, mikur hat ku ew li pişt kuştina Sakina Cansiz û hevalên wê ne.
Navenda Nûçeyan – Di komkujiya Parîsê ya di 9'ê Çileya 2013'an de sê jinên kurd hatin qetilkirin. Siyasetmedar Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez.
Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn li qenala CNNTurkê di 16'ê Sibatê de beşdarî bernameyekê bû bi vê gotinê li komkujiya Parîsê mikur hat: "Li Ewropayê jî rêveberên wan hene. Divê em tiştekî bînin serê yên li Ewropayê. Yanî berê li Parîsê hatibû kirin, belê..."
Li ser van daxuyaniyan, Konferansa Civaka Demokratîk û Tevgera Jinên Kurd li Ewropa bang li hikûmeta Fransa kir ku berpirsiyariyên xwe bicîh bîne.
Daxuyaniyek weşandin û tê de diyar kir ku divê hikumetên Ewropî berpirsiyariyên xwe bicîh bînin, piştî ku Turkiye sûcê nîv-fermî pejirand: "Divê Hikumeta Fransî vê naskirinê wekî delîlek berbiçav qebûl bike û dosyeya vê komkujiyê piştî ku hate girtin dîsa veke."