Dewleta Tirk êrişî malek li Dêrikê kir: Jinek û zarokek birîndar bûn
Li bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta Tirk malekî bombebaran kir di encama bombebaranê de jinek û zarokek birîndar bûn.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/10/20231027-20231027-photo-2023-10-27-11-15-33-jpg1269b7-image-jpgbd02e0-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk li bajarê Dêrikê yê girêdayî kantona Qamişloyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê malekî bomberan kir. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama bombebaranê de jinek û zarokek birîndar bûn.
Hat zanîn ku di êrişê de zarokê bi navê Ehmed Şahîn (11) û jina bi navê Evîn Xelîl (39) birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyeke bajêr tên dermankirin.