“Dewleta Tirk ji bo kuştina jinan rewa bike, ji peymanê vekişiya”

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Nûran Sezgîn têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê axivî û got: “Tirkiyê yekem welatê ku heypeyman qebûl kiriye ye lê mixabin îro yekem welat e ku ji peymana îmzeya xwe lêdaye vekişiya ji ber vê yekê ev mijar mirovan dixe nava fikarê.

Mûsil- Bertekên li dijî betalkirina Peymana Stenbolê her ku diçe zêde dibin. Tirkiye bi awayekî fermî alîgirê peymanê bû lê vekişîna xwe ya peymanê bi rêya çepemeniyê ragihand. Li dijî vê bertekên jinan her ku diçe zêde dibin. Bi vî ve girêdayî, Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya ser bi bajarê Musilê Nûran Sezgîn têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê axivî.
“Armanca sereke ya wê peymanê dijderketina tundiya li ser jinan e”
Sezgîn dîroka peymana Stênbolê, bi van gotinan anî ziman: “Bi taybetî li Tirkiyeyê niha mijara herî girîng a ji aliyê jinan ve tê nîqaşkirin betalkirina Peymana Stenbolê ye. Ger em li dîroka Peymana Stenbolê binêrin, em ê bibînin ku cara yekem ew peyman li stenbolê hatiye îmzekirin. Tirkiye yekem  welat e ku Peymana Stenbolê qebûl dike û îmze davêje ye. Armanca sereke ya wê peymanê dijderketina tundîtûjiya li ser jinan e, jin gere bên parastin, di nava malbatê de şîdet û destdirêjî û xala herî girîng a wê peymanê jî li dijî destdirejiya li hemberî jinên ciwan û zarokan e. Dema cara yekem ew peyman li Ewropayê hat amadekirin, 20 welatên girêdayî Konseya Ewropayê, ev hevpeyman qebûl kirin, îmze û mohra xwe lêdan.”
“Dewleta Tirk ji hêza jinên birêxistinbûyi ditirse”
Nûran Sezgîn vekişandina dewleta Tirk ji Peymana Stenbolê wiha dinirxîne: “Tirkiye di nava yekem welatên ku hevpeyman qebûl kirine de cihê xwe digre lê mixabin îro yekem welatê ku îmzeya xwe ji peymanê vekişand ew e. Ew mijar mirovan dixe nava fikarê. Her çiqas kuştin û tunekirina jinan hebe ji, li Tirkiyeyê jinên şoreşger, rexistinbûyî û zana li kolanan in. Jinan her tim dilsoziya xwe li hemberî civaka xwe, gelê xwe û israra dilsoziya xwebûna xwe li her qadê nîşan dane û didin. Hikûmeta AKP- MHP’ê ya faşîst bi salan e tenê bi kuştin û destavêtina jinan, bi tecawiza jin, ciwan û zarokan desthilatdariya xwe didomîne. Dewleta Tirk dixwaze kuştina jinan rewa bike. Li Tirkiyeyê pir bi hêsanî mêrek dikare jinek bikujê û dest bavêje zarokek. Dewlet sûcdaran ceza nake û zagonan îhlal dike. Ew jî hêzê dide mêrên ku şîdetê dikin. Ger serokomarê welatekî li gel ewqas şîdet û tundûtûjiya li ser jinan jî ji wê peymanê vedikişe, diyar dibe ku rewşên pir bi guman hene. Ji ber ku dewleta Tirk ji hêza jinên rêxistinbûyi ditirse, ji Peymana Stenbolê vekişiya.”
“Zilam ji ber ku hêzê ji dewletê digrin şîdeta xwe didomînin”
Nûran bal kişand ser zêdebûna şîdet û tacizên li ser jinan û wiha domand: “Dewlet dikare  li her derê kuştina jinan rewa bike û destavêtina jinan normalîzê dike. Êdî zilam ji bo kirina şîdete hêzê ji dewletê digrin. Dewlet bi leşker, sîxur û çewişên pispor destdirejiya jinan dike. Ger îro ew mirovên sûcdar li kolanan bi awayekî azad digerin, ev xeterek pir mezin ji bo jinan û civakê nîşan dide. Li ser ve esasê çi gelên Tirkiyeyê bin çi gelên li çar parçeyên Kurdistanê, ew nêzikatiyên AKP-MHP’ê qebûl nekin. Ji ber ku ev pergal sedema alozî û întiharên di nava malbatê de ye, di hemen demê de, di xirakirina psîkolojiya zarokan de rolek mezin dilîze. Pêwîst e jin, ciwan her tim derkevin qadan bi deng, tilîlî û rêxistinbûna xwe îsrar bikin. Ger ew hevpeyman ji bo parastina jinan a hiqûqî û qanûnî be, bi betalkirina wê peymanê dixwazin jinan bê hiqûq û bêmaf bihêlin. Beşek peymanê li dijî wan kesan bû. Ew peyman mafên jinan ên ji bo jiyana azad meşrû dike.
Nûran Sezgîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser rêxistin û saziyên jinan û ev bang li jinan kir: “Beriya ku Tirkiye ji peymanê vekişe dest avêt tunekirina sazî, dezgeh û rêxistinbûyûna jinan. Rêxistinbûyîna jinan tirs xistibû dilê Erdogan, ji ber vê di vê xwe paşve kişand. Pêwîst e jin zêdetir bi rêxistin bibin, xwe bi tevger bikin li kolanan li dijî paşvekişandinê her tim dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku rêxistinbûyîna jinan hilweşandina pergal û tekçûyîna Erdogan e. Rêxistinbûna jinan dê Erdogan di hilbijartinê têk bibe û li hemû bajar û kolanên Kurdistanê bandora wî pûç bike.”