Dewleta Tirk gule li gel reşand: 2 zarok birîndar bûn
Dewleta Tirk li bajarokê Sîdekan ê herêma Biradostê ya Başurê Kurdistanê gule li gel reşand, du zarok birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Hat diyarkirin ku dewleta Tirk li Herêma Biradost a Başurê Kurdistanê gule li gel reşand û di encama êrîşê de 2 zarok birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku leşkerên Tirk li herêma Biradost a Başurê Kurdistanê gule li gel reşandine. Di encama gulebarana leşkerên Tirk de 2 zarok birîndar bûn. Hate diyarkirin ku dema ku li herêmê li ber sewalên xwe bûne hatine hedef girtin.