Dewleta Tirk êrişî wargeha Mexmûrê kir: Jinek û 2 zarok birîndar bûn
Dewleta Tirk di van kêliyan de êrişî wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê kir. Hat zanîn ku jinek û 2 zarok di êrişê de birîndar bûne.

Mexmûr – Dewleta Tirk ê ji 4’ê mehê ve êrişên xwe yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kir, di van kêliyan de êrişî wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî Mexmûrê kir.
Li gor agahiyên destpêkê yên hatin ber destê me mizgeftekî li wargehê hatiye hedefgirtin. Hat zanîn ku di êrişê de jinek û 2 zarok birîndar bûne.