‘Dewleta Tirk êrişî destkeftiyên Kurdan dike’

Endama Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistan Çirû Şiwanî bal kişand êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike û got ku hikumeta herêma Kurdistan û Îraq li beramberî van êrîşan bêdeng e.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Êrişên dewleta Tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Li beramberî êrîşên dewleta tirk rêxistinên mafê mirovan, hikumeta herêmê, hikumeta Îraqê û aliyên siyasî bêdeng in. Endama Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Çirû Şiwanî derbarê êrişên dewleta Tirk û bêdengiya li hemberî êrişan de axivî.

Çirû Şiwanî wiha got: “Dewleta Tirk li her cihê ku destkeftiyek ê Kurdan bibîne çav berdide wê destkeftiyê û hewla tunekirina wê dide. Niha Rêveberiya Xweser a ku li Rojavayê Kurdistanê heye. Dewleta Tirk wê weke xeteriyek dibîne, lewra êrîşên xwe yê li dijî Rojava dijwartir dike. Her wiha ev bi salan e êrîşî Başûrê Kurdistanê jî dike. Aboriya dewleta tirk roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe ji ber hemû aboriya xwe ji bo êrîşên dijî Kurdan xerc dike.”

‘Li dijî êrîşên dewleta Tirk, Kurd bihêztir dibin’

Çirû Şiwanî da zanîn ku dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe ya li dijî çiyayên Kurdistanê veşêre êrîşî bînesaziyên Rojavayê Kurdistanê kir û wiha dom kir: “Dewleta tirk êrîşî hemû qadên jiyanê dike. Bi tu awayî pêşketin û hebûna Kurdan naxwaze. Her çend êrîşên dewleta Tirk berdewam bike, zindîbûnek di nava Kurdan de heye. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê. Em dibînin roj bi roj Rêveberiya Xweser û destkeftiyên Kurd bi hêztir dibe. Ji ber wê êrîşên dewleta tirk li ser Rojavayê Kurdistanê ji bo me ne tiştek nû ye.”

‘Ji bo bi dawîbûna êrîşan divê Kurd bibin yek’

Çirû Şiwanî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Cihê bi bîrxistinê ye, çiqas êrîşên dewleta Tirk dijwar bibe hikumeta herêmê û Îraq bêdengiyê di asta van êrîşan de hilbijêrin. Van êrîşan sînorê xaka wan derbas kiriye, ev bê helwestî cihê pirsyarê ye. Divê Kurd li her cihê ku lebin parastina xwe bikin û bibin xwedî helwest û yek bigrin, da ku dengê xwe bigihînin civaka navdewletî. Ev bêdengiya ku di nava Kurdan de heye divê bi dawî bibe. Ev jî bi hatina gel hev dibe û divê Kurd li hemberî vê dagirkeriyê xwedî helwest bin.”