Dewleta Tirk embarên genim bombebaran kir
Dewleta Tirk bi SÎHA’yan êrîşê ambarên genim yên Sirinê kir. Di encama bombebaranê de 500 ton genim telef bûn.

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) balafirên şer yên bê mirov yên dewleta Tirk embarên genim ên bajarê Sirinê yê başûrê Kobanê bomebebaran kiriye.
Her wiha li gorî ANHA’yê di encama êrîşê de 500 ton genim telef bûye.