Dewleta Tirk di 8 mehan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 41 zarok qetil kir

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê di encama êrîş, revandin, destdirejî û işkenceya artêşa dewleta Tirk û çeteyên wî de, di nava 8 mehan de 41 zarok hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan ên li herêmên Efrîn-Şehba, Cizîr û Firatê, yek ji hedefên dewleta Tirk û çeteyên wî jî zarok in.

Di raporên hatine amadekirin de ji destpêka sala 2023’an heta 2’ê îlona 2023’an li tevahiya herêmê 41 zarok hatin qetilkirin û 32 hatine birîndarkirin, destdirêjî li 4 kesan hatiye kirin, 9 hatine girtin, 8 jî hatine revandin.

Li gorî herêman bîlançoya komkujiya li ser zarokan wiha ye:

Herêma Cizîrê:

Êrîşên li ser sînor: Zarokek birîndar bû

Teqîn: 3 zarok hatin qetilkirin.

Êrîşên balafirên bêmirov ên bi çek: 2 zarok hatin qetilkirin.

Topbaran: 7 zarok hatin qetilkirin, 6 birîndar bûn.

Herêma Minbicê:

Êrîşa ser gund: 4 zarok hatin qetilkirin.

Herêma Firatê:

Êrîşa baliafirên bêmirov ên bi çek: Zarokek birîndar bû.

Herêma Reqa:

Topbaran: 2 zarok hatin qetilkirin, 2 birîndar bûn.

Herêma Dêrazor:

Teqîn: Zarokek hat qetilkirin.

Herêma Efrîn-Şehba:

Teqîn: 15 zarok hatin qetilkirin, 16 birîndar bûn.

Destdirêjî: 4

Girtin: 9

Destdirêjî û lêdan: Zarokek hat qetilkirin, 6 birîndar bûn.

Revandin: 8 (yek ji wan pitik e)

Qetilkirin: 6