Dewleta Tirk bû qatilê pitika di zikê diya xwe de jî

Necwa Ehmed a ji gundek Zirganê ye, da zanîn ku pitika wê ya 4 mehî ya di zikê wê de, ji ber topbarana dewleta Tirk a li hember mala wê, ji ber çûye.

SORGUL ŞÊXO

Zirgan – Jinên Zirganê di nav topbaranên rojane de bi gelek êş û pirsgirêkên derûnî, tenduristî û wekî din re rûbirû dimînin. Jiyana jinan a di bin siya êrîşan de û binpêkirinên ku pê re rûbirû dimînin, ne dikeve rojeva meclîsên ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan û ne jî saziyên ku mafên zarokan diparêzin. Jin di nav pencên êrîşan û bêdengiya hêzên navnetewî de têkoşîneke bê hempa dimeşînin.

‘Heta wê şevê hîn dûcanî bûm

Necwa Ehmed yek ji van jinan e ku her roj azarê dikşînin. Necwa ji gundê Til El-Werid a li başûrê bajarê Zirganê ye. Ev gund di heman demê li ser xeta agir e û her roj tê topbarankirin. Necwa, ji ajansa me re sûcên ku dewleta Tirk li hember wan kirine, vegot. Necwa Ehmed a ku niha li nêzî gundê Zêdîyê yê Zirganê bi hevjînê xwe û 4 zarokên xwe re dijî. Necwa jiyana berî koçberiyê mîna aramiya berî tofanê pênase kir û wiha got: “Beriya koçkirinê jiyana me aram bû. Ji nişka ve me dît ku em koçber jî bûn. Di meşa koçberiyê de me gelek êş kişand, wekî ku çend malbat bi hev re di odeyekê de bijîn, ev çawa dibe? Şeva ku em koçber bûn, wê şevê mala me topbaran kirin. Wê şevê ez hîn dûcanî bûm, ji ber topbaranê pitikê min ê 4 mehî ji ber min bû. Ji ber wê derbasî nexweşxaneyan bûm. Di bin siya êrîşan de me birçîbûn, serma û tîbûn jî kişandin, lê ji bo ku em bijîn me her tişt da ber çavê xwe.”

‘3 mehan di nav ciyan de mam’

Hesabê herî mezin divê ku ew bidin, ku nahêlin dema em nexweş dikevin di rê de bi ewle bimeşin û biçin cem bijîşkek û xwe tedawî bikin. Ez vê jibîr nakim! Hesabê herî zêde ez dixwazim dagirkerên Tirk bidin, li ser sûcê qetilkirina zarokê min yê 4 mehî ye. Ji ber vê bûyera bi êş 3 mehan ez li erdê di nav ciyan de mam. Bi hêvî me ku li ser hemû sûcên kirine, werin darizandin.”

Dûrketin, topbaran, mirina bizinan û bandorên derûniya li ser zarokan

Necwa çend cûreyên balkêş yên lawiran jî xwedî dike ku mirîşk, kîvroşk û bizin çend ji wan in. Necwa diyar kir ku ti gotin nikare rastiya ku wan dîtiye vebêje û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Til El-Werid… em nikarin vegerin wir. Her roj bi dijwarî topbaran dikin. Ka em ê çawa vegerin? Em çiqas biaxivin jî ewê gotin têra wesf û rasteqîna ku me jiyan kiriye neke. Lê em vegeriyan projeyên nêzî Zêdîyê, da ku tenê em li vir bijîn. Lê dîsa jî em ji topên dagirkeriyê xilas nebûn, erdên me yên çandiniyê hatin topbarankirin û di encamê de 2 bizinên min mirin. Me bi zorê xwe xilas kir wê şevê, erdên me yê çandiniyê bi 7 topan hatin hedefgirtin. Zarokên min şok derbaskirin, yek ji zarokên min êdî gava ku dengê topbaranê dibhîse ji tirs û sawê, nava wî diçe û min keça xwe jî bir cem bijîşk da ku wê tedawî bikim."

Rêya mirinê!

Necwa Ehmed got ku çareserî vegera li gund e û wiha pêl da gotinên xwe: "Bila bê kehrebe be, bê av û wêrankirî be lê ya girîng ez vegerim gundê xwe, çareserî ev e. Mal û zeviyên me hemû li ser xetên agir in, dilê min gelek diêşe gava ku her topek li malên me dikeve. Bi şevê kes ji me nexweş bikeve, kes newêre rêya Til Temir-Zirgan bikar bîne ew rêya mirinê ye, tên hedefgirtin û jiyana her kesî dikeve xeteriyê. Tiştê ku ez behs dikim jî dîsa hindik e li hember xeteriya ku em lê rast tên.”

Xetereya lawiran

Necwa Ehmed tevî şer, êrîş û binpêkirinan, ji aliyê din ve jî hewl dide ku xwe ji rewşên neyînî yên xwezayê biparêze. Necwa li ser vê xalê û xwedîkirina cûreyên lawiran wiha got: “Bê guman em ê jiyanê bidomînin, jiyan ranaweste. Em ne tenê mirîşkan, bizinan jî xwedî dikin. Tiştek li hember me ji bo parastina xweza û jîngehê nabe asteng. Topbaran dijwar jî be em ê lawiran biparêzin û dev ji xwedîkirina wan bernedin.”

Sewalan jî xwedî dike

Necwa da zanîn ku Kurd gelekî berxwedêr in, lewma jî ewê êrîşên wan yên bejahî û hewayî hêza wan neşkênin. Necwa wiha got: “Ji ber erd erdê me ye û mal jî malên me ne, her çi bibe jî ne mumkine ku em dev jê berdin. Em kîvroşkan û mirîşkên ji cûreya berhûmî xwedî dikin, ku ev mirîşk ji cûreyên mirîşkên herî mezin in di cîhanê de. Em ji hêk û goştê wê gelek sûd werdigrin. Xwezî derfet heba, min hez dikir ku hemû cûreyên lawiran xwedî bikim. Ji ber ku hezkirina min a ji xwedîkirina wan re hezkirineke kevn e. Gava ez vegerim mala xwe ez ê cûreyên wan zêde bikim.”

'Divê dewleta Tirk hesabê qetilkirina pitika min a 4 mehî bide'

Necwa Ehmed di dawiya axaftina xwe de daxwaza darizandina dewleta Tirk û çeteyên wê yên destê wan di sûcên li dijî wan de hene kir û wiha got: “Li ser sûcên ku li dijî me pêk tînin, em dixwazin ku dewleta Tirk û çeteyên wê jî hesab bidin û di dadgehan de werin darizandin. Van dagirker û çeteyan ma hindik malên me topbaran kirin, hindik kes qetil kirin, jin qetilkirin û zarok sêwî hiştin? Her tiştên ku îro diqawimin sedema wan, dagirkeriya Tirk e. Kî niha dikare di bin topbaranê de bijî û mala xwe ji nû ve ava bike?