Dewleta Îranê 5 sal cezayê girtîgehê da mamosteya zimanê Kurdî
Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand, dadgeha dewleta Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê Kurdî Sirwe Purmihemedî birî.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku Dadgeha Îstînafê ya Sine, bi tometa ‘avakirina komê û têkdana ewlehiyê’ 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê Kurdî Sirwe Purmihemedî birî.
Komeleyê eşkere kir ku beriya niha 10 sal ceza li Sirwe hatibû birîn, lê piştre cezayê wê ji bo 5 salan hat kêmkirin.