Destpêkê zexta derûnî kirin, piştre sewqî psîkiyatrîst kirin

Nahîd Hajtmand li girtîgeha Urmiye dimîne, di hevdîtina bi mabata xwe re kirî de diyar kir ku li rûxmê tu nexweşiya wê ya aqil û şikayeta wê nîne wê sewqî psikiyatristan kiriye.

Mehabat- Li bajarê Mehabat yê Rojhilatê Kurdistanê de, hêzên istixbarata Îranê nêzî beriya 3 hefteyan ji bo îfadeyê banî dayika çar zarokan Nahîd Hajtmand ya 40 salî kirine û revandine. Li gora zanyariyên ku ji kes û karên wê hatiye bi dest xisti Nahid Hajtmand ku li girtîgeha Urmiye dimîne hat zanîn ku b îdeaya ku ‘Kevir li mala endaken ya Bacis daye’ û ‘Bêbextî kirin’ hatiye binçavkirin.

Nahid Hajtman di hevdîtina ku bi malbata xwe re pêkanî de da zanîn ku ji ber şert û mercên girtigehê gelek zoriyan dikêşe û rastî zextên derûnî hatiye û wiha got: “Li ruxmê ku tu nexweşiya min ya aqil û şikayeta min nîne ez sewqî psikiyatristê hatime kirin.”

Nahid Hajtmand ku bi zarok û hevjînê xwe re tenê carekê hevdîtin pêkaniye û kes û karên wê da zanîn ku  nexweşiyên wê yên bedenî heye ev zanyarî parvekirin: “Divê dibin çavdêriya bijîjkan de tedawiyek taybet bibine, lê dest ji tedawiya taybet berdin, dermanên wê jî nayê dayîn.”

Berê jî hedef bû

Malbata Nahid Hajtmand destnîşan kirin ku ji aliyê muhafizên Devrîn ên Îranê û serwîsa Îstixbaratê ve rastî zextan hatiye û wiha got: “Berê jî bi destpêkirina serhildana Jin aEmîn re dû caran ser mala me de girtin. bi hêceta ku çekên ne li gora zagonan li mal medeye malaên me ser û bin kirin, piştre dest danîn se rhemû cihazên elektronîk, lê bele tu elgeyek ku me pê bigrin bi dest nexistin. Nahid Hajtmand hemû sûcbarî red kir.”

Ji ber pere tê girtin

Li gora zanyariyên ku bi destê ajansa me ketine ‘Huseyn Buse’ ku navê wiyê kode endamê Basice, ji ber hêrsa xelkê ya di serhildana Jina Emînî mal û erebeya xwe wind akiriye û niha ji dixwaze xisara xwe ya erebeyê li Nahid Hajtmand bine cih. Malat dibêje ji bo berdana Nahid Hajtmand em amadene tezmînatê bidin û lê belê serwisa Îstixbaratê hertim wana mijul dikin. 

Malbatê diyarkir ku tendirûstiya Nahid Hajtmand dibin berpirsyartiya hikumeta Îranê deye, di asta navnetewî de hemû girtiyên siyasî ew binpêkirinên ku rastî hatine di bin berpirsyartiya hikumeta Îranê de ye.