Dermankirina Werîşe Mûradî hat astengkirin

Rêveberiya Girtîgeha Êvînê sewqa Werîşe Muradî ya ku cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, ji bo nexweşxaneyê betal kir.

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Êvînê ve sewqa Werîşe Mûradî ya ku cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, ji bo nexweşxaneyê hatiye betalkirin.

Endama Komaleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku ji ber greva birçîbûnê ya di 10’ê Cotmehê de destpê kiribû rewşa wê ya tendirûstî giran bûbû dê di 11’ê Mijdarê de sewqî nexweşxaneyê hatiba kirin. Lê Rêveberiya Girtîgeha Êvînê ragihand ku sewqa nexweşxaneyê ya Werîşe Mûradî betal kirine.

Dadgeha Şoreşa Tehranê ya rejîma Îranê di 10’ê Mijdarê de cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî birî.