Derket holê ku zaroka 16 salî bi îşkenceyê hatiye qetilkirin

Li Bendava Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê di dema valakirina avê de cenazeyê zarokeke 16 salî ya bi navê Hayde Hassanzadeh hatibû dîtin. Piştî lêkolînê diyar bû ku zarok bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û têkildarî bûyerê bavê wê hat girtin.

Navenda Nûçeyan- Li Rojhilatê Kurdistanê roja 23’yê Îlonê di dema valakirina ava bendeva Serdeştê de cenazeyê zarokek hatibû dîtin..

Bavê wê hat girtin

Piştî ku cenaze hat dîtin tesbît ku cenaze aydê Hayde Hassanzadeh a 16 salî ku 4 meh berê li bajare Rabatê malbatê îxbara windabûna wê kiribû û dûre jî hatibû gotin ku Îranê terikandiye. Piştî ku diyar bû zaroka bi navê Hayde Hassanzadeh bi îşkenceyê hatiye qetilkirin, bavê wê Omîd Hassanzadeh hat girtin

Li aliyê din, li Îranê ji bo ku zarokek bikaribe welatê xwe biterikîne divê 18 saliya xwe temam kiribe yan jî ji aliyê bav ve belgeya fermî ya destûrê were îmzekirin.