Deriyê dikanên li Mahabadê tên morkirin
Li bajarên Îran û Rojhilatê bi belavbûna grevên re, pergala siyasî û aborî rastî sekteyê hat. Polîs û leşkerên dewleta Îranê dikandarên esnafan ên tevli grevê dibin mor dikin û hesabên wan bloke dike.

LARA GEWHERÎ
Mehabed – Li Îranê serhildan bi daxwaza guhertina pergalê, di meha xwe ya çaran de berdewam dike. Polîs û leşkerên dewletê hewl didin bangên grevên giştî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bitepisînin. Li ser bangên di xwepêşandanên dawî hatine kirin de li gelek bajaran esnafan kepengan girtin. Girtina dikanan pergala siyasî û aborî ya li Îranê têk dibe, hêzên rejîmê bi taybetî ji pêşketina bêîteatiya sivîl tirsek mezin dijî. Xwedîbûna ev hişmendiya siyasî ya esnafan û di nava hevgirtin de tevgerkirin,hêza serhildana li Îranê nîşan dide. Dikandaran destpêke ji bo şermezarkirinên darvekirinên li Rojhilatê Kurdistanê dest bi grevê kirin û piştre girtina kepengan hedî hedî bû kevneşopiyek helwestek ya siyasî.
Li Mehabadê gelek dikan hatin morkirin
Gelek dikanên li Mehabadê ku tevli grevên li seranserî welat tên pêkanîn dibin, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin morkirin. Polîsên dewleta Îranê roja din jî avêtin ser bazar, navendên bazirganiyê û hin dikanên aîdê karsazan. Xwediyên dikanan ku li Kolana Şapûr cih digrin û piraniya wan zêrker in, gazî li Buroya Şewirîn Rejîmê hatin kirin. Di hevdîtina hat kirin de soz hat dayîn ku ger esnafan bazarê rawestînin dê mora dikanên wan bên rakirin. Hin esnafan jî ji aliyê polîsan ve bi riya telegonê ji bo hevdîtine hatin gazîkirin. Hesabên bankê yên esnafên ku hevdîtin red kirin hatin blokekirin. Yek ji van esnafan ji bo weşandina wêneyê mor û nûçeyên der barê greva bazirganan de hat girtin. Karsaz û bazirganan neçar dimînin cezayên giran ên wekî 60 heta 100 milyon tumenan dibin.
'Mirov ji dikanên aîdê artêşê êdî kêm dikirin'
Ajansa me li Mehabadê bi esnafên re hevdîtin pêk anî. Yek ji esnafên protesto yên li bazara Mehabadê H.B. bi van gotinan tiştên tên jiyîn vegot: "Me berê bi çeq û krediyên xwe re ji bazara Tahranê danûstendin dikir lê ev demeke di nav bazarên Tahran û bajarên din de gotinên bazarvanên Mehabadê îflas kirine heye. Ev jî bû sedem ku em wek berê bi Tahran û Tebrîzê re danûstandin nekin. Me bi taybetî Baneh û ji bajarên din ên Kurdistanê danûstendin kir lê rewşa bazarê pir nebaş e û firoşkar jî danûstendin nakin. Gelê Mehabadê danûstendina xwe ji zincîreya dikanên Koroş û Refah ên ayîdê Muhafizên Şoreşê kêm kirin. Tevî ku van rojan hejmareke girîng dikanên zêrfiroş girtî ne jî piraniya kesan pereyên xwe yê ji bankayê girtin û veguhertin zêr û dolar.”
Yek ji esnafên Mehabadê A.N. jî diyar kir ku gel kembûna pereyên pêşîn dijî û wiha got: "Li Mehabadê gel pirsgirêka pereyên pêşîn dijî. Ev nêzî 3 mehan e li bankayên vî bajarî pereyê pêşîn nîn e û bankomatan pere nadin mirovan. Dema em diçin bankayê pereyek pir kêm didin me.”
'Hikûmet pêdiviyên gel dabîn nake’
Yek ji esnafan B.N. jî wiha got: "Ji berku xwepêşandanan pir berfirehbûne Îran ket rewşa şer. Hikûmet nikare gelek pêdiviyên sereke yên gel dabîn bike. Ji ber vê yekê me ard, rûn, birinc, benzîn û rûn depo kir. Ji ber vê yekê rewş krîtîktir bû, bazar bi xelaya xurek re rû bi rû bû ma. Mirovên ku ditirsiyan pereyê wan di bankayan de bloke bûne, piraniya pereyê xwe zêr, dolar an jî pereyê ji welatên Ereb tê guhertin. Bazar û firotina ne zêde germ e û kes naxwaze ji xeyrî menqûl bistîne.”