Derbarê qetilkirina Feryal Silêman de 2 kes hatin binçavkirin

Berdevkê Polîsên Kerkûkê ragihand ku li ser qetilkirina Feryal Silêman Xalid 2 kesên gumanbar, hatine binçavkirin.

Navenda Nûçeyan - Pêşenga têkoşîna azadiya jinan Feryal Silêman Xalid di 18'ê Çileyê de li Kerkûkê li ber dibistanekî di encama sûîqestekî ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Berdevkê Rêveberiya Polîsan ya Kerkûkê Amir Şiwanî derbarê binçavkirina kesên li ser qetilkirina Feryal Silêman Xalid de agahiyê nû da ajansa ROJNEWS'ê.

Amir Şiwanî got ku lêkolîn di qonaxek baş de ye, dosya niha ber destê Îstîxbarata Dijî Terorê ye, 2 tometbar li ser bûyerê hatine binçavkirin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Di 18’ê Çileyê de li taxa Serçinar ya Kerkûkê dijî siyasetmedar û çalakvana jin Feryal Silêman Xalid êrişek terorî pêkhat. Hate zanîn ku du kesên li ser motorsîkletê û rûyê wan girtî êrîşê Feryal kiribûn û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû.