Der barê parêzer Jiyan Tosun de biryara parastinê hat dayîn

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ê der barê parêzer Jiyan Tosun a ku piştî êrîşa bombeyî ya li Kolana Îstîklalê bi hedef nîşan dane gefa kuştinê lê hat xwarin de daxuyanî da, diyar kir ku biryara parastinê hatiye dayîn.

Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku der barê Jiyan Tosun a ku piştî êrîşa bombeyî ya 13’ê Mijdarê ya li ser Kolana Îstîklalê ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê pêkhat, ji aliyê  Adem Taşkaya ê ji partiya Zafer hedef hat nîşandan û gefên kuştinê girt, biryara parastinê hatiye dayîn.

Wezîrê Dadê ya dewleta Tirk Bekîr Bozdag, di dema hevdîtinên butçeya Meclîsê ya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum de ji bo bersiva pirsa wê, der barê hedef nîşan dana parêzer Jiyan Tosun daxuyanî da.

Wezîr ragihand

Wezîrê dewleta Tirk Bekir Bozdag di daxuyaniya xwe de wiha got: “Piştî agahiya ku tu eleqeya xwe miştekî bi bûyera terorê re nîne, ewlehiya jiyana miştekî hat tehsîs kirin û miştekî û parêzara wê, bi wesayîta ekîba polîsan serîlêdana wê ji Midûriyeta Polîsan a Avcilarê re hat kirin û îfadeya miştekî hat girtin. Her wiha li ser serîlêdana miştekî ya di 14-11-2022’an de danê sibê ya li Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê re îfadeya wê ya berfireh hat girtin, ji dosyayê re hatiye zêdekirin û ji aliyê dozgeriyê ve ji Qeymeqamiya Avcilarê re der barê parastina ewlehiya jiyana miştekî de muzekere hatiye nivisandin û li ser bangê ji miştekî re biryara parastinê hat dayin û biryar ji miştekî re hat ragihandin.”

Çi bûbû?

Piştî pêkhatina komkujiyê Adem Taşkaya ya ku li ser Twitterê agahiyên derbarê Jiyan Tosun de parve kiribû, îdia kiribû ku vê êrişê parêzer pêk aniye û paşê jî parvekirina xwe jê biribû. Lê piştî vê parvekirinê li ser Jiyan Tosun gef hatibû xwarin. Agahiyên Jiyan Tosun ên tenê rayedarên dewletê dikarin xwe bigihîn wê, li ser medya dîjîtal hatibû belavkirin, hejmara hemu telefonên ednamê malbatê geriyabûn û bi gotina ‘hûn bombevan in, hûn jiyanê heq nakin’ gef li wan hatibû xwarin. Hejmara telefona Hevseroka Giştî ya Komaleya Mafên mirovan (IHD) Eren Keskîn a tevî Jiyan Tosun li heman ofîsê kar dikin jî li ser komên lîstikan hatibû belavkirin.