Der barê jinên ku tacîza çawişê pispor şermezar kirin de lêpirsîn
Li Wanê der barê 8 jinên ku tacîza çawişê pispor protesto kirin de bi îdeaya ‘xelkê teşwîqî kîndarî û dijminahiyê dikin’ lêpirsîn hat destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Wanê bi armanca protestokirina tacîza çawişên pispor li beramberî jinan. Komeleya Star a Jinan der barê vê mijarê de daxuyanî dan. Di daxuyaniya dabûn de û pankarta ‘Li dijî tacîz û destdirêjiya leşker û polîsan wê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan bi ser bikeve’ vekiribû. Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji ber vê pankartê der barê 8 jinan de bi îdeaya ‘xelkê teşwîqî kîndarî û dijminahiyê dikin’ lêpirsîn da destpêkirin.
Lêpirsîn der barê ji rêveberên Komeleya Star a Jinan Sevgî Ozdînç, Serap Guvenç, Rojbîn Bor, ji parêzerên komeleyê Zeynep Demîr, Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn û aktîvîsta TJA’yê Aynûr Tarhan jî di nav de 8 jinan de hat destpêkirin. Tê payîn ku jinên navborî biçin Emniyeta Wanê û îfade bidin.