Der barê jinên ku Diyanet şermezarkirin lêpirsin hate destpêkirin

Der barê jinên daxwaza diyanetê ya tevlibûna Doza Kobanê şermezar kiribûn de lêpirsîn hate destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Der barê jinên ku li navçeya Silopiya û Cizir ya Şirnexê Serokatiya Karên Diyanetê daxwaza Diyanetê ya tevlibûna Doza Kobanê şermezar kiribûn  lêpirsîn hate destpêkirin.

Jinan dibin pêşengtiya  Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser Rêya Armûşê ya li Taxa Cûdî ya navçeya Silopiya ya Şirnexê pankarteke mezin a bi nivîsa “Daxwaznameya ku Serokatiya Karên Diyanetê der barê hevalên me yên di doza komployê ya Kobanê de tên darizandin de pêşkêşî dadgehê hatiye kirin, gotin di cih de be dijminatiya kurdan e. Em vê fetwaya diyanetê ya mîna DAIŞ’ê qebûl nakin. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin, hûn ê nikarin ji têkoşîna me ya mafdar re bibin asteng. Jin jiyan azadî.”  vekiribûn. Piştî demekê polîsan dest danî ser pankartê.

Der barê 6 jinan de lêpirsin

Hat zanîn ku Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Silopiyayê Asuman Kulter jî di nav de, der barê 6 jinan de lêpirsin hate destpêkirin. Ji Muduryeta emniyeta navçeyê ji bo îfadeyê gazî jinan kir. Hat zanîn ku jin bi îdeaya ‘Teşwiqkirina gel ji bo kîn û nefertê’ tên sûcdarkirin.

Heman pankart li Cizîrê jî bi avahiya Partiya Çepên Kesk ve hatibû daliqandin. Polîsan dest danî ser wê pankartê û der barê bûyerê girtename nivîsandin.