Der barê 6 rojnamegeran de doz hat vekirin

Der barê 6 rojnamegerên jin ên ku binçavkirin û girtina hempîşeyên xwe protesto kirin de doz hat vekirin.

Navenda Nûçeyan - Rojnamegerên ku di 29’ê Nîsanê de li Stenbolê ji bo protestokirina di çarçoveya lêpirsînên Amed û Enqereyê de binçavkirin û girtina xebatkarên Çapemeniya Azad ên li hev civiyan, rastî lêdanê hatin û hatin binçavkirin.

Rûniştina yekem di 10’ê Çileyê de ye

Der barê edîtora ETHA'yê Pinar Gayip, Nûçegihana Rojnameya Evrenselê Eylem Nazlier û rojnameger Esra Soybîr, Zeynep Kuray, Serpîl Unal û Yadigar Aygun ên piştî binçavkirinê hatin berdan de doz hat vekirin. Danişîna ewil a 6 rojnamegerên ku bi îdiaya "Tevî hişyariyê jî bêyî çek beşdarî civînên derqanûnî û meşên bêdestûr bûne" hatin darizandin, dê di 10'ê Çile de li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Anadoluyê bê dîtin.