Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîr anîn

Denîz Poyraz a di dema êrişa çekdarî ya li dijî avahiya Rêxistina HDP’a Îzmîrê de hate qetilkirin, li ser gora xwe ya li Îzmîrê hate bibîranîn. Di bîranînê de hate destnîşankirin ku têkoşîna Denîz dê her tim bidome.

Îzmîr – Malbata Denîz Poyraz, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Îbrahîm Akin, Bûrcû Gul Çûbûk, Hevserokên DEM Partiyê yên Îzmîrê Vezan Karabûlût û Mehmet Kûrûş û gelek nûnerên saziyên sivîl û welatî beşdarî bîranînê bûn. 

Di bîranîna bi kirina duayan dest pê kir, rêz hat girtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabûlût a di bîranînê de axivî, destnîşan kir ku zext û zilma li dijî partiya wan û jinan berdewam dike. Vezan, anî ziman ku qetilkirina Denîz Poyraz polîtîk e û got: “Ev cînayet yek ji astengiyên herî mezin a li pêş demokratîkbûna li welat e. Li vî welatî kujer bê ceza dimînin. Heta ku kujer neyên cezakirin, cînayet dê berdewam bikin.”

 ‘Em ê dest ji têkoşînê bernedin’ 

Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcû Gul Çûbûk a pişt re axivî jî diyar kir ku di dozên Deniz û weke wê de tu caran sûcdarên rast nehatine aşkerekirin û wiha got: “Kujerên rast ên hevrêyên me, bi tetîkkêşekî derdixin pêşberî me hatin veşartin. Ya ku ew ji me hêvî dikin ew e ku em ji bîr bikin, dev jê berdin û çavtirsandî bibin. Lê em careke din li ser gora Denîzê soz didin, em ê li dijî kesên li Kurdistan û Tirkiyeyê mafê jiyanê yê tu zindiyan nasnakin serî netewînin û dest ji têkoşînê bernedin.”

Dayika Aştiyê Şukriye Tûnç jî wiha got: “Bi Denîzê re em serbilind in. Denîz tu di gora xwe de baş raze, em hemû li pey têkoşîna te ne.”

'Denîz ne tenê keça min e, keça gelan e'

Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî bi lêv kir ku li pêşberî têkoşîna Dayikên Aştiyê bi rêzdarî bejna xwe ditewîne. Fehîme anî ziman ku Denîz ne tenê keça wê ye, keça gelan e û wiha got: “Tu bi hovane qetil kirî. Ez roja ewil negirîm lê îro digirîm. Ji ber ku min pir bêriya te kir.”

Bavê Deniz Poyraz, Abhulîllah Poyraz jî wiha got: “Heta ku em sax bin em ê li du rêya wan bin. Heta ku em sax bin dê Denîz di dilê me de be. Tu caran şehîd namirin.”

Girse piştî bîranîna li goristanê derbasî Îskeleya Konakê bû. Li vir ji bo bîranîna Denîz Poyraz qûrnefîl avêtin behrê.