Dengê jinên Filistînê Salwa Abu Khadra jiyana xwe ji dest da
Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînê ragihand ku parêzvana mafan û sekretera Yekitiyê Salwa Abu Khadra di 94 saliya xwe li peytexta Urdun Ammanê jiyana xwe ji dest daye. Yekitiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Salwa dengê bi hêz ê jinên Filistînê ye.
Xeza- Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînê (GUPW) di daxuyaniya roja 15’ê Mijdarê de ragihand ku seroka Konseya Îdarî ya Yekitiya Giştî ya Jinên Filistinê Salwa Abu Khadra di 94 saliya xwe de li peytexta Urdun, Ammanê jiyana xwe ji dest daye.
Yekitiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji serokên destpêkê ya Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînê Salwa Abu Khadra ku jiyana xwe li gorî azadiya gel û rûmeta welatê xwe derbas kiriye, sûdek mezin daye doza Filistînê. Em îro wê bê em oxir dikin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Salwa Abu Khadra hem di pozîsyona xwe ya di yekitiyê de û hem jî li Kuweytê dibistana ‘Dar Al- Hanan’ ku ji bo bi dehan neslan bûya finda perwerdeyê ava kir. Her wiha bal hat kişandin ku ji bo zarokên koçberên Filistînê bi perwerde mezin bibin, bi hewldanên qadê, di bihêzkirina jinên Filistînê de rolek gelek girîng lîstiye.
‘Bû dengê bi hêz ê jinên Filistînê’
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
“Salwa Abu Khadra ji derveyî Konseytiya Şêwirmend û şoreşa El Fetih, bi endamtiya xwe ya di konseya navend û neteweyî ya Rêxistina Rizgarî ya Filistînê (FKO) endama aktîf a serokatiya Filistîn bû. Di yekitiya giştî ya jinên Filistînê de, ji bo piştgiriya rola jinên di pêşketina civakê û berxwedanê de, bêwestan xebitî û bi riya erkên girtine bû dengê bi hêz ê jinên Filistînê di her astê de û ji bo pêkanîna wekheviyê û bi destxistina mafên jinan her dem hewl dida. Tevî zehmetiyên ku rastî hatiye têkoşîna xwe ji bo neslên nû mîras hişt. Her dem bawer kir ku îradeya gel nayê şikandin û hêviya serkeftin û azadiyê parast.
Bi wefata Salwa Abu Khadra ji bo serokên jin ên Filistînê weke modelek îlhamê bide û yek ji sembolên jinan ên herî girîng e, me winda kir. Heta ku me azadî û serxewbûn bi dest xistî têkoşîna me wê bêdawî nebe û wê di dilê neslên Filistînê de bê mirin bimîne.”
Salwa Abu Khadra Ki ye?
Salwa Abu Khadra di sala 1929’an de li Yafyayê ji dayik bûye, malbata wê di Neqba ya mezin de Yafyayê terk kir, li paytexta Sûriye Şamê bi cih bûn. Salwa Abu Khadra piştî di sala 1945’an de di dibistana Saint Joseph Sisters ya li Yafya dibîstana navîn temam kir, di sala 1947’an de sertîfîkaya perwerdeyê ji zanîngeha Oxfordê girt. Di sala 1952’an de di zanîngeha Saint Joseph de zimanê Fransî û beşa edebiyatê xwend. Piştre li Kuweytê bi cih bû. Li vê derê di mijara gihandina zarokên keç û jinên Filistînê yên koçber de roleke aktîf dilîze. Pîşeya siyasî ya Salwa Abu Khadra di sala 1965’an de bi beşdariya El Fetîh dest pê kir. Di heman salê de di avakirina Konseya Jinên Filistînê de erk girt. Ji sala 1976’an ve endama Konseya Bilind a perwerde, zanist û çanda Filistînê ye û ji sala 1980’an ve endama Konseya Şoreşa El Fetîh e. Di heman demê de di komîteya navenda rêxistina Rizgariyê ya Filistînê de erk girt. Di Gulana 1985’an de di sekreteriya giştî ya Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînê de tê hilbijartin. Di heman demê de sekretera giştî ya buroya jinan a El Fethî bû, weke endama Komîteya Şêwirmenda Destûra bingehîn a Filistînê erk kir. Salwa Abu Khadra di sala 1980’an de di konferansa duyemîn a jinan a NY’ê de serokatiya heyeta Filistînê kir.