‘Dema min tunebû şînê bigrim’

Endama Yekîtiya Jinên Filistînê Amanî Ebû Karş balkişand ser qirkirina Filistîniyan. Amanî Ebû Karş anî ziman ku ew nîvê malbata xwe defin kiriye û got: “Dema min tunebû şînê bigrim. Em birîndar in û bi van birînan riya xwe didomînin."

NEXEM KERACE 

Xeza – Li Xezayê ev 560 roj in di nava şer û hilweşînê de her roj dîmenek ji êşên ku mirovên sivîl dikşînin, derdikeve holê. Bi taybetî jinên ku bingeha malbat û civakê ne her roj bi awayekî din tên hedefgirin. Jinên Xezayî ji aliyek ve birîndaran derman dikin, ji aliyek ve zarokan xwedî dikin, ji aliyê din ve jî hewl didin jiyana xwe bidomînin.

‘Armanc qutkirina têkiliya di navbera gel ax û dîrokê de ye’

Endama Yekîtiya Jinên Filistînê Amanî Ebû Karş li dijî vê felaketa mezin bêdeng nema, êş û berxwedana jinên Xezayê vegot. Amanî  Ebu Karş di axaftina xwe de destnîşan kir ku hedefgirtina jinên Xezayê, ne ji ber kaosa şer û tesadufî ye. Amanî diyar kir ku ev polîtîkayeke plankirî ye, ji bo perçekirina bingeha civakê ye û wiha got: "Jinên Filîstînî bîr û bingeha malbat, şoreş û nirxan in. Hedefgirtina jinan, êrîşeke pergalî ya li ser bingeha civakê ye. Armanc ew e ku li nîvê civaka Filistînê ya herî berxwedêr ango jinan bixin, ji hundir ve çok bidin tewandin. Hêzên Îsraîlê baş dizanin ku jin birîndaran derman dikin, miriyan defin dikin û kesên extiyar û zarokên ku dimînin, xwedî dikin. Ji ber vê yeke, ji bo têkiliya di navbera gel, ax û dîrokê de veqetînin, jinan hedef digrin."

‘Em her sibeh bi dilê birîndar dest bi karê xwe dikin’

Amanî Ebu Karş, diyar kir ku di destpêka şer de jinan di bin bombebaranê de hewl dane ku zarokên xwe biparêzin, bi demê re bûne sembola mayîna li jiyanê û parastina hêviyê. Amanî gotinên xwe wiha domand: "Jinan di nava tunebûnê de li ser agir xwarinê çêkirin, bi destên xwe cilan şûştin, li ser erda rût di konan de man û hewl dan ku jiyana xwe bidomînin. Tiştê herî bi êş ew e ku jin her dem di nava hilweşîn û mirinê de jiyana xwe didomînin. Her saet mirin heye, em her sibeh bi dilê birîndar peywirên xwe dikin. Kêliyek me bê girî û şîn derbas nabe. Em tenê miriyên xwe defin dikin û jiyana xwe didomînin.”

‘Polîtîkayek bi zanebûn ji bo şikandina vîna jinan tê meşandin’

Amanî diyar kir ku ji bo jinên li Xezayê koçberiya bi zorê û jiyana di konan de tenê krîzeke mirovî nîne, di heman demê de awayê cezakirina pergalî ye jî û got ku mehremiyeta manewî û fizîkî ya jinan bi temamî nemaye. Amanî tiştên ku jin dikşînin, bi van gotinan anîn ziman: "Ji malên xwe hatin derxistin, rûmeta wan hat şikandin. Neçar man di nava şertên qirêj de zarokan bînin, li av, xurek û şîr digerin, li ser erdê radizên. Li vê derê ne tenê koçberî, polîtîkayeke bi zanebûn a ji bo şikandina vîna jinan, qelskirina bedenî û ruhî jî tê meşandin. Ev hemû li ber çavên raya giştî ya cîhanê tên kirin, lê cîhan bêdeng dimîne."

‘Bûyerên li Xezayê ji bo parazvanên mafên jinan rûreşî ye’

Amanî helwesta saziyên navneteweyî bi awayek tund rexne kir û wiha got: "Ji bo kesên ku di warê mafên jinan de pesnê xwe didin, ev tiştên li Xezayê diqewimin rûreşî ye. Dosyaya jinên Filistînî bi  zanebûn ji rojeva navneteweyî hat darxistin. Jinên Xezayê bê av, cereyan û birçî dijîn. Saziyeke ku destekê bide wan tuneye, zagoneke wan bipêrêze tune ye, tenê bêdengî heye. Pêdiviya me bi şefqetê tuneye. Em jinên derasayî ne. Li ser agir em xwarinê çêdikin, bi destên xwe cilan dişon, şîr didin zarokên xwe, di konan de zarokan diwelidînin û tevî her tiştî li ser piyan in."

Amanî diyar kir ku jinên li Xezayê bi awayê nehatiye dîtin pêşengiyê dikin û wiha got: "Di rewşeke ku mekanîzmayên piştgiriyê hilweşiyane de, ên ku zarokan rizgar dikin, rêveberiyê ji malbatan re dikin, vebijêrkan dibînin, jin in.”

Amanî diyar dike ku divê ev hewldanên bêhempa di qada siyasî de werin dîtin û wiha didomîne: "Jinên ku tevî bombekirinê malên xwe naterikînin, piştî miriyên xwe defin dikin li ser piyan dimînin, mafê wan heye di mekanîzmayên biryargirtinê de cihê xwe bigrin. Lewre yên ruh û jiyanê diparêzin ew in.”

‘Ger şer bidome û cîhan bêdeng be em ê tune bibin’

Amanî da zanîn ku ew der barê pêşerojê de bi fikar e û wiha berdewam kir: "Ger şer bi vê şîdetê bidome û cîhan bêdengiya xwe bidomîne, em ê tune bibin. Em nêzî du milyonan bûn, her roj bi dehan kes ji me tên kuştin. Hebûna me hêdî hêdî ji ser vê axê wenda dibe. Jin, bi taybetî kesên li Xezayê dijîn, hem di warê fizîkî hem jî ruhî de her dem bi tunekirinê re rûbirû ne. Jinên Filistînê tên bombebarankirin, birîndar dibin, tên girtin, sirgûnkirin û kuştin, lê cîhanê çavên xwe girtiye. Tu hinceta vê yeke tuneye."

‘Dema min tunebû şînê bigrim’

Amanî Ebû Karş di dawiya axaftina xwe de bang li jinên welatên Ereb kir û wiha got: "Li ba jinên Filistînî bin. Em bi daxwaza xwe neketin nava şer. Em tên kuştin, sirgûnkirin, lê dîsa jî berxwedana xwe didomînin. Em bi destên xwe hewl didin kesên ji malbatên me zindî mane biparêzin. Hevjîn, sê bira û zarokên min hatin kuştin. Min nîvê malbata xwe defin kir. Dema min tunebû şînê bigrim. Em birîndar in û bi van birînan riya xwe didomînin."