“Dê Tirkiye tu carî ji van windahiyan xilas nebe”
Piştî ku Sedat Peker di cînayetên kiryar nediyar de Mehmet Agar nîşan da, xizmên windayan bang li dozgeran kirin ku peywira xwe bi cih bînin. Îffet Mutaş ku di navbera du salan de birayekî wê li Amedê li nava kolanê hat qetilkirin û birayek wê jî di binçavan de hat windakirin got; “Tirkiye dê tu carî ji van windahiyan xilas nebe.”
Piştî ku Sedat Peker di cînayetên kiryar nediyar de Mehmet Agar nîşan da, xizmên windayan bang li dozgeran kirin ku peywira xwe bi cih bînin. Îffet Mutaş ku di navbera du salan de birayekî wê li Amedê li nava kolanê hat qetilkirin û birayek wê jî di binçavan de hat windakirin got; “Tirkiye dê tu carî ji van windahiyan xilas nebe.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Dema ku Sedat Peker vîdyoya xwe ya YouTube weşand, rojnamevan Ugur Mumcu, ku di 1993’an de di êrîşek bombeyî de li ber mala xwe hat qetilkirin û kuştina karsazên Kurd, wezîrê karên hundur ê berê Mehmet Agar û endamê berê yê MÎT’ê Korkut Eken destnîşan dikir, Guldal Mumcu, Pervîn Buldan û Dayikên Şemiyê daxuyaniyek dan û xwestin kuştinên kiryar nediyar ronî bibin.
Baroyan serlêdana sûc kirin
Baroyên Îzmîr û Amedê jî piştî ku Sedat Peker li ser qetilkirina karsazên Kurd ên ku wekî "Kujer nediyar " Midûrê Giştî yê Ewlehiyê yê wê demê Mehmet Agar nîşan da, ji bo ku lêpirsînek bi bandor ji nû ve vekirina dosyayên lêpirsînê yên kujer nediyar serlêdana sûc hat kirin.
Der heqê bersûcan de biryara ji nû ve darizandinê hat dayîn
Biryara beraetê ya ku li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Enqereyê di 13’ê Kanûna 2019’an de di Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de hat dayîn ku ji bo windakirin û revandina bi zorê 19 kes di navbera 1993-1996-an de li Enqere û bajarên derdorê hatibû vekirin, jî hat paşvexistin. Di biryara ku ji hêla 1’emîn Odeya Ceza ya Dadgeha Dadê ya Herêma Enqereyê ve hat betalkirin de, der heqê Mehmet Agar û bersûcên din de biryara jî nû darizandinê hat dayîn.
Du birayên wê hatin qetilkirin
Piştî daxuyaniyên Sedat Peker, xizmên windayan ên ku bi salan e ji bo dîtina xizmên xwe yên hatine windakirin têdikoşin, daxuyanî dan û xwestin ku kiryar bên dîtin û cezakirin. Yek ji wan Îffet Mutaş e du birayên wê hatine qetilkirin. İffet Mutaş, di 12’ê Sibata 1993’an de birayê xwe Mehmet Tekdag li Dortyola Baglara Amedê di encama êrîşeke çekdarî de winda kir, wiha got: “Birayê min ê din Elî Tekdag, di 1994’an de siwarê wesayîta Toros kirin û binçav kirin. Me 20 rojan ji wî agahî negirt. Li gorî îfadeyên şahidên bûyerê, dema wî birin Girtîgeha Amedê, wî got, "Ji malbata min re bibêjin, ez li vir im, ew ê min bikujin." Tevî hemû serlêdanan, em hîn wî birine li ku. Em fêr bûn ku Elî ji hêla leşkeran ve bi guleya ku li serê wî ketiye hatiyê qetîlkirin, cenazeyê wî hatiye şewitandin û li zeviyek di navbera Amed û Farqînê de hatiye veşartin." Her çend kuştina wî bi hevpeyivîna ku endamekî berê yê JÎTEM’ê ji Rojnameya Evrenselê re dabû hat eşkerekirin jî em nikaribûn xwe bigihînin cenazeyê wî."
"Ez çiqas êşa xwe vebêjim jî kêm dimîne"
Îffet Mutaş dibejê ku bavê wan salek piştî windakirina du birayên wê li ber xwe neda û jiyana xwe dest da û diyar kir ku êşa wan wekî roja yekem hîn nû ye. Îffet Mutaş, bilêv kir ku Mehmet Tekdag ê herî biçûk bû û rojên ku ew di dergûşê de bû qet ji bîra wê naçe û got; "Ez hîn jî wan rojan mîna duh bi bîr tînim. Em ji gundên xwe hatin sirgûnkirin, em hatin vir lê wan em li vir jî rehet nehiştin. Di nava du salan de her du birayên min hatin kuştin. Lêpirsînên di dozên ku me piştî wan vekirin de tu encam nedan. Her du birayên min jî zewicandî bûn, zarokên wan hebûn. Bi tu awayî me cenazeyê Alî nedît. Ez ji vê êşê re çi bibêjim kêm dimîne, ez çi bibejîm nikarim vebêjim."
"Divê yên ku ewqas mirov qetil kirine werin darizandin"
İffet Mutaş diyar kir ku kesên ev çewisandin û hovîtî pêk anîn 30 sal in li kolanan bi rehetî digerin û got ku divê berpirsyarên mirina bi hezaran mirovan, wekî birayên wê, bi awayê herî giran werin cezakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di wan rojan de, bi sedan malbatan mîna me êş kişandin, zarok bê bav mezin bûn. Yên ku vê yekê bi me kirin û birayên min qetil kirin divê bi awayê herî giran werin cezakirin. Em bi salan e ji bo vê yekê têdikoşin. Tirkiye dê tu carî nikaribe ji van windahiyan xilas bibe. Her çiqas ew dixwazin wan bidin jibîrbikin jî em ê tu carî ji bîr nekin. Ji ber vê yekê li şûna ku me paşguh bikin, bila kesên berpirsyarên van hovîtiyan bidarizînin û wan ceza bikin."