Dê tacîzkar di rojnameyên Sudiyê de bên teşîrkirin
Komîsyona Mafên Mirovan a Sudiyê ji bo piştevaniya jinên rastî tacîzê tên û tacîzkar bên darezandin komek avakirin.
Navenda Nûçeyan – Komîsyona Mafên Mirovan Sudiyê ji bo piştevaniya jinên rastî şidet û tacîzê tên komek avakirin. Komîsyonê diyar kir ku ev gava despêkê ye dê ji niha û şonde çalakiyên wan ên bi vî awayî dewam bikin.
Di sala 2018'an de Sudiyê zagona li dijî tacîzê erê kir. Di zagonê de hatibû diyar kirin ku mêrên tacîzkar heta 5 salan divê bên cezakirin û cezayê pere jî divê lê bê birîn. Îsal bendek nû li zagonê hat zêdekirin ku ji bo êbretê tecîzkar di rojnameyên herêmî de jî bên teşîrkirin.