Dê 81 malbatên koçber ên li kampa Holê bişînin Dêrazorê
Rêveberiya Kampa Holê di çarçoveya pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser de, beşa 14`an koçberên ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji kampa Holê derxistin û şandin bajarên wan. Beşa 14`an ji 81 malbatên Dêrazorê pêk tê.
Hesekê- Di çarçoveya pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser de ji bo derketina koçberên ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di civîna 10'ê Cotmeha 2020'an de di navbera Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Hundirîn de hatibû pêkanîn, îro beşa 14‘an ku ji 81 malbatên Dêrazorê pêk tê ji kampa Holê derketin. Rêveberiya Hêzên Ewlekarî Sîdar Xelaf der barê derketina koçberan ji kampa hole de ji me re axivî.
Beşa 14’n ji koçberên Dêrezorê ji kampa Holê derketin
Sîdar der barê derketina koçberên Dêrezorê de wiha got: “Piştî me belgeyên van koçberan di ber çav re derbas kirin û piştrast bûn ku ew ji Dêrazorê ne û xwesteka wan a vegerê heye, me beşa 14`an îro bi rê kir. Hejmara 265 kes e û ji 81 malbatan pêk tên. Niha pêwîstiyên xwe amade dikin da ku ji kampê derkevin. Li gorî tedbîrên ewlekariyê û piştraskirina cihên koçberan dê hin beşên din ji kampê derkevin.
“Em bi vegera Dêrezorê kêfxweş in”
Koçbera bi navê Sifana Mihemed ji Dêrazorê ye kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: “Ev 6 sal in di hundirê kampa Holê de me, em ji ber çeteyên DAIŞ’ê neçarî koçberiyê bûn, malên me talan bûn. Jiyana kampa Holê pir zehmet bû û ji zûde em bendê bûn vegerin malên xwe. Niha jî em pir kêfxweş in ku îro wê me bişînin Dêrazorê. Em spasiya rêvberiya kampê dikin ku daxwazên me bi cih anîn.”