Dayîkên Mexmûrê bi dengbêjiyan reng didin berxwedanê

Dayîkên ku di refên pêş ya berxwedaniya li Wargeha penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî de cih digrin, bi stran û dengbêjiyên ku çanda berxwedanê vedibêjin, reng didin berxwedanê.

Mexmûr- Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê dixwaze derdora Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Şêniyên wargehê jî li dijî vê hewldanê bertek nîşan dan. Artêşa Iraqê ji ber bertekên tund ên gel neçar ma ku xwe vekişîne. Lê belê artêşê îro dîsa dora wargehê girt û berxwedaniya welatiyan di roja sêyem de bê navber berdewam dike.

Li wargeha Mexmurê biryardariya dayikan ya li beramberî hewildanên artêşa Iraqê berdewam dike. Dayîk û ciwanên ku ev sê roj in di çalakiya konvedanê ya berxwedanê de cîh digrin, stran û dengbêjên ku balê dikîşe li ser berxwedan û serhildanên kurdan vegotin. Dayîkên ku bi dengbêjiyên xwe reng dan berxwedanê teqezî bi berdewamkirina berxwedanê kirin.