Dayikên Şengalê: Şehîdên me bi canê xwe jiyana azad diyarî me kirin
Dayikên Şengalê li ser têkoşer Kînda Zîn û Berçem Turcel diyar kirin ku bi keda wan Şengal li ber xwe dide, her du şoreşer û pêşengên têkoşîna jinên Kurd weke mamosteyên jiyanê pênase kirin û soza berdewamiya doza azadiya jinan dan.
EMÎRA ZOZAN
Şengal – Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê, di 30 Çileyê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku pêşengên têkoşîna azadiya jinan Berçem Turcel (Hibrize Ozdurak) û Kînda Zîn (Fatma Onur) di dîrokên cuda yên sala 2022’yan de, li Herêmên Parastina Medyayê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dane. Herdu şoreşgeran di dirêjahiya 30 salan de li gelek qadên Kurdistanê tekoşiyane û şer kirine. Her du pêşêngên azadiya jinê di sala 2014’an de bi rêhevalên xwe re berê xwe dan Şengalê ji bo ku civaka Êzidî ji qirkirinê rizgar bikin û heya demek jî bi jinên Êzidî re di nav kar û xebatan de bûn. Dayîkên Êzidî ji ajansa mere axivîn û diyar kirin ku Kînda Zîn û Beçem Turcel bûne mamosteyên jiyana azad ji bo jinên Êzidî.
‘Ji bo me fêrî meşa azadiyê bike berê xwe da Şengalê’
Wedhê Reşo ku bi Kînda Zîn re demek kar û xebat daye meşandin axivî. Wedha di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malabata her du şoreşgeran re xwest û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em di şexsê hevala Kînda de bejna xwe li hemberî hemû şehîdan ditewînin. Ez sersaxiyê ji malbata wê re dixwazim. Hevala Kînda di fermanê de berê xwe da Şengalê ji bo me jinên Êzidî bi rêxistin bike û fêrî meşa azadiyê bike. Piştî ku hevala Kînda hêza jinan a Rêber Apo pêşkêşî hemû jinan kiriye nîşanî me jî da û berê xwe dîsa da çiyayên azad ên Kurdistanê. Çû di nava refên gerîla de şehîd bû. Ez bejna xwe li heberî hemû şehîdên ku kedê ji bo jiyana azad dane ditewînim.”
‘Ew mamosteya min a jiyanê bû’
Wedha di berdewamiya axaftina xwe de Kînda Zîn weke mamosteya xwe ya jiyanê pênase kir û wiha hestên xwe anî ziman: “Ji destpêka ku hevala Kînda hat Şengalê ve, ez û wê me bi hev re kar dikir, gelek xwe nêzî jinên Êzidî dikir û her dem digot em nahêlin careke din DAIŞ an jî hêzeke din êrîşê Êzidiyan bike. Her dem digot pêwîst e hûn jî li hemberî kesên ku xiyanetê li we kirine rabin û bi hêza xwe wan bisekinînin. Hevala Kînda dema ji çiyayên Şengalê çû, Şengal amanetê min kir û got heya dilopa xwîna xwe ya dawî em nahêlin dayikên me yên Êzidî êşeke din bikşînin. Hevala Kînda ji bo me mamosteyek bû. Dema xwe 24 seat ji bo me bexş kiribû.”
‘Bi saya şoreşgeran em xwe azad hîs dikin’
Wedha Reşo di dawiya axaftina xwe dubare tevahî şoreşgerên ku di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Keda ku şehîdan ji bo me dane bi taybetî ji bo me dayikan kirine em tu carî ji bîr nakin. Çi ji destên me bê em ê bikin. Em ê di vê riya ku wan bi me dane naskirin de her dem li pey wan bin û tu carî gav başve navêjin. Ez dîsa dubare hevala Kînda û Berçem bi minetdarî bi bîr tînim, tu carî ez wê ji bîr nakim. Ji bo ez bibim xwedî hêz, gelek bi min re eleqedar bû gelek ked da.”
‘Bi qasî êşa şehadeta wan em bi hêz dibin’
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê ya meclisa Şengalê Emşê Kurkurkî jî der barê herdu şereşgeran de axivî, got ku ew tu carî keda wan şehîdan ji bîr nakin û wiha got: “Van hevalan ji bo civaka me gelek xebitîn û ji bo em bi ser xwe ve werin, hêza xwe kom bikin, li ber xwe bidin, li Şengalê xebat û karên berfireh dan meşandin. Keda ku wan ji bo me daye bi hezaran hevalên gerîla li Şengalê dane û niha şehîd bûne. Em bi şehadeta zarokên xwe yên ku canê xwe ji bo me dane gelek xemgîn in. Em dubare wan hevalan bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata wan re dixwazin.”