Dayikên Şemiyê vê hefteyê pirsa Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa kirin
Dayikên Şemiyê yên aqûbeta Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa yên 31 sal berê li bejahiya gundê Çukurluyê hatin binçavkirin û piştî du rojan cezayên wan hatin dîtin pirsîn, bang li rayedarên dewletê kirin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin derdikevin Qada Galatasarayê, çalakiya xwe ya hefteya 924'an ji ber ku hat qedexekirin li ser onlinê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa yên di 11’ê Kanûna 1991’ê de li gundê Çukurlu yê navçeya Hezexa Şirnexê hatin binçavkirin û piştî du rojan gihîştin cenazayên wan hat pirsîn. Daxuyanî ji aliyê neviya Egîd Akîpa, Hediye Akîpa ve hat xwendin.
Di vegera şînekî de hatin binçavkirin
Hediye Akîpa serpêhatiya Îbrahîm Demîr û kalikê xwe Egîd Akîpa wiha vegot: “Îbrahîm Demîr 36 û Egîd Akîpa jî 39 salî bû. Li gundê Çukurlu yê Hezexê dijiyan. Egîd Akîpa her wiha keyayê gund bû. Zextekî giran lê dihat kirin ku bibin cerdevan. Leşkeran gund kiribûn mîna qereqolê û dest danîbûn ser malên çend gundiyan. Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa jî ji bo ku leşker dibistan û malan vala bikin, serî li qeymeqamtî û wezareta karên hundir dan. Lewma zexta li ser wan zêdetir bû. Di 12’ê kanûna 1991’ê de dema Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa bi gundiyan re li traktorê siwar bûn û ji sersaxiyekê vedigeriyan, riya wan ji hêla leşkeran ve hat girtin. Demîr û Akîpa ji hêla Fermandarê Yekîneya Peyadar û leşkerî yê girêdayî Fermandariya Tabûra Anitli ya Kerberonê yên li gundikê Agaçliyê ve hatin binçavkirin.
Bi îşkenceyê hatin qetilkirin
Malbatan serî li qereqola cendirmeyan dan lê gotin; ‘me ew qet nedîtine.’ Leşkerekî bi veşartî ji malbatan re got; ‘he in li şikeftan binêrin.’ Gundiyan jî cenazeyên Demîr û Akîpa di 13’ê kanûna 1991’ê de di şikefteke ku deriyê wê bi keviran hatibû girtin de dîtin. Hatibûn îşkencekirin, dest û çavên wan hatibûn girêdan. Der heqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û Serdozgeriya Komarê ya Hezexê fermandar û leşkerên ku Demîr û Akîpa binçav kiribûn sûcdar dîtin. Li ser vê yekê jî ji bo vekirina lêpirsînê di 18’ê kanûna 1991’ê de dosya ji Lijneya Rêveberiya Qeymeqamtiya Kerboranê re şand. Lê lijneyê di 20’ê Gulana 1992’yan de ev daxwaz red kir.
Dosya bi hinceta demboriyê hat girtin
Di sala 2011’an de bi riya parêzer Tahir Elçî dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Hezexê hat dayîn. Dozgeriyê lêpirsîneke nû da destpêkirin û ji bo xwe bigihîjîne dosyayê serî li saziyên têkildar da. Lê belê rayedarên hemû saziyan gotin ku di arşîvên wan de dosyayeke wiha tune ye. Li ser vê yekê jî Serdozgeriya Komarê ya Hezexê der heqê peywirdarên Qeymeqamtiya Kerboranê de bi sedema ‘peywira xwe xerab bi kar anîne’ lêpirsîn da destpêkirin. Lê encamek ji lêpirsînê derneket. Di dawiya dawî de demborîn weke hincet hat nîşandan û hat girtin.”
Em ê têkoşîna xwe bidomînin
Hediye Akîpa gazî berpirsyarên darazê kir û wiha got: “Di dosyeya Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa de ji bo bicihanîna edaletê wezîfeya xwe pêk bînin.”
Hevjîna Egîd Akîpa, Fatma Akîpa jî destnîşan kir ku ew ê dest ji doza xwe ya edaletê bernedin û her dem têkoşîna xwe bidomînin.