Dayîkên Şemiyê û Eren Keskin hatin binçavkirin

Dayikên Şemiyê tevî biryara "binpêkirina mafan" a Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a ji bo astengkirina çalakiyan li Qada Galatasarayê, ji aliyê polîsan ve dorpêçkirina qadê protesto kirin.

Navenda Nûçeyan – Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya heftiya 941’an de qad ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Dayikên Şemiyê gotin ‘Biryara AYM pêkbînin, dorpêça li Galatasaray demil dest rakin’. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan tevî astengiya polîsan jî daxuyanî dan. Di nivê daxuyaniyê de polîsan êrişî çalakiyê kir Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Dayikên Şemiyê jî di nav de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.

‘Dorpêça li Galatasaray demildest rakin!’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“AYM çalakiya Dayîkên Şemiyê ya li qada Galatasarayê dom dike li gora hiqûqê dîtiye, di mijara ku nayê astengkirin de bi awayek aşkere ji qeymeqamtiya Beyogluyê re gotiye. Li rûxmê vê jî mekanê me yê em bi windayîyên xwe hatin ba hev dorpêça qada Galatasaray nerakirin. Biryara AYM pêkneanîn!

Li beramberî hemû astengiyan emê gotian heqîqetê berdewam bikin. Piratîka me ya 28 salan şahid e. Em xwedî cesareta rast gotin û berpirsyartiyê ne. Em dest ji vê naberdin!

Mekanê me ye em bi windayiyên xwe re tên ba hev dest ji Galatasarayê naberdin! Em ê lêgerîna windayiyên xwe, li pirskirina aqubeta wan, daxwaz cezakirina kiryaran, itirazkirina edalate ku heye, daxwaz maf û azadiyê berdewam bikin. Biryara destura bingehîn raste. Ew organên qanûnî, cîbicîkar û dadwerî, dezgehên îdarî, kesên rast û hiqûqî girêdide. Dest ji binpêkirina azadiya me ya civîn û çapemeniyê berdin, demildest qedexeya li Galatasarayê rakin. Her cure cihên ku ji gel re vekirî ne, qadên ku azadiya kombûnê lê bê kirin in. Qedexekirina cihan binpêkirina azadiya civînê ye. Heke têkiliyek di navbera armanca kombûnê û mekanê de hebe, divê ew cîh di her rewşê de were bikaranîn. Em tam li ser vê bingehê qanûnî dibêjin; Galatasaray nayê qedexekirin. Galatasaray ya me ye.”

 15 kes hatin binçavkirin

Dayikên Şemiyê bal kişand li ser biryara AYM û diyarkirin ku parêzvanên mafê mirova hatî binçavkirin, dan zanîn ku Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Dayikên Şemiyê jî di nav de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin. Dayikên Şemiyê navên kesên ku hatien binçav kirin wiha rêz kir:

Besna Tosun, Maside Ocak, Ali Ocak, Hanife Yildiz, Sebla Arcan, Gulseren Yoleri, Eren Keskin, İrfan Bilgin, İkbal Eren, Deniz Zeyrek, Aylin Tekiner, Feyyaz Yaman, Ayşe Tepe, Mikail Kirbayir, Leman Yurtsever.

Ere Keskîn li ser hesaba xwe ya medyaya dijital ev parvekirin kir û got; ‘Em tên binçavkirin’ dorpçna polîsan ya li Cadeya Istiklal ya qada Galatasaray berdewam dike.

Çi bûbû?

Dayikên Şemiyê di hefteya 700’emîn de roja 25’ê Tebaxa 2018’an xwestin çalakiyek girseyî li dar bixin. Bêyî ku sedemek were nîşandan girseya li meydana Galatasarê kom bûn bi qedexeya Wezareta Karên Navxweyî re rûbirû ma. Polîsan êrişî dayikan kir û 23 kes hat binçavkirin. Polîsan piştî wê yên ku çûn di kafeyan de bi gazên biberê êrîşî wan kirin û 1 kesê din jî xistin binçavan. Der barê 46 kesan de bi hêceta ‘Muxalefetiya Qanûna Meş û Xwepêşandanan’ hatin tewanbar kirin û doz li wan hat vekirin.

Xuşka Hasan Ocak ê ku di sala 1995’an de di dema di bin çavan de hati widakirin, Mesîde Ocak ji rastî êrîşê hat û dayika wê Emîne Ocak a 82 salî jî rastî tundîya Polisan hatin. Masîde Ocak der barê çengên erkdar û amiran de gilî kir. Serdozgeriyê biryara di lêpirsînê de cih nagre da. Piştî wê serlêdana dadgeriya Sulih ya ceza ev îtiraz red kir û Masîde Ocak ev doz bir AYM’ê. Dadegah bilind ideaya ku ‘nêzîkatiya xirab’ red kir. Hikumkir ku mafê li darxistina çalakî û meşan binpê dikin hikum kir, enceq li rûxmê biryara AYM dorpêça li qada Galatasaray nehat rakirin.