Dayikên Şemiyê: Ne me wan darezînin
Dayikên Şemiyê yên li aqûbeta xizmên xwe yên winda dipirsin, têkildarî doza derbarê wan vebûyî de diyar kirin ku divê kesên bên darizandin faîl bin û wiha gotin: “Qedexekirina Qada Galatasarayê, tundiya polîsan û astengkirina bikaranîna vî mafî li dijî hiqûqê ye.”
Navenda Nûçeyan - Polîsan mudaxileyî çalakiya hefteya 700'emîn a Dayikên Şemiyê kiribû û di dema mudaxileyê de 46 kes binçavkiribûn. Paşê derbarê 46 kesên hatibûn binçavkirin de îdianame hatibû amadekirin. Îro danişîna ewil a dozê li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 21'emîn a Stenbolê hat lidarxistin. Gelek Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê yên çalakiya hefteya 700'emîn de hatibûn binçavkirin, parlementerên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Alî Kenanoglû, Oya Ersoy, parlementerên CHP'ê Tûran Aydogan, Alî Şeker û parlementerê serbixwe Ahmet Şik tevli danişînê bûn. Her wiha gelek parêzer jî ji bo parêziyê hatin hêwana dadgehê. Ji ber ku hêwana Dadgeha Ceza ya Asliye ya 21'emîn biçûk bû, danişîn li hêwana Dadgeha Cezayê Giran a 33'yan hat lidarxistin. Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.
Di danişînê de ewilî Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan axivî. Turkdogan, beyanata ku tê de doza biryara beraetê hatiye kirin berpêşî heyeta dadgehê kir. Turkdogan, di axaftina xwe de bal kişand ser rewabûn û mafdariya çalakiyê û xwest hemû bersûc bên beraetkirin.
Pişt re mirova Şemiyê Masîde Kişlakçi tevî wêneyê birayê xwe Hasan Ocak ku di binçavan de hatiye windakirin dest bi axaftinê kir. Kişlakçi di axaftina xwe de got: "Tiştên ku di van qanûnan de hatine nivîsîn mafên me ne, lê em tiştine wisa dikin ku ne em dikarin bigihên hezkiriyê ne xwe ne jî em edalet dibînin. 26 sal in me dev ji vê têkoşînê bernedaye. Çima kesên ku xizmên me winda kirine nayên darizandin, lê em tên darizandin."
Birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî tevî wêneyê birayê xwe parêzî kir, diyar kir ku 26 sal in ji bo edaletê têdikoşin û got: "Di çalakiya 699'an a Dayikên Şemiyê de tu sûcek nehatiye tespîtkirin, lê belê çalakiya hefteya 700'emşn hatiye qedexekirin." Ocak, destnîşan kir ku tenê doza edaletê dikin û lêgerîna ji bo edaletê jî ne sûc e û got: "Li wir ên êrîş bi ser wan de hat em bûn."
Farûk Eren ku birayê wî Hayrettîn Eren d binçavan de hatiye windakirin jî got: "Di îdianameyê de dirûşmeya 'ê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bişikîn' sûc hatiye hesibandin. Ma qey meqama îdiaya îşkenceyê diparêze? Belê, me ev dirûşme berz kir û em ê tim berz bikin. 40 sal in we zarokên wan girtine û hûn dibêjin me negirtiye û bi ser de jî hûn îşkenceyê dikin. Bedêl çi dibe bila em ê dev ji vê têkoşînê bernedin."
Runiştina dozê hat taloq kirin
Biraziyê Hasan Ocak Adil Can Ocak jî diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve tevli çalakiyê dibe û Dayikên Şemiyê tenê ji bo edaletê çalakiyên xwe li dar dixin û got: "Me tahde li kesî nekiriye. Ê tahde li wan hatiye kirin em in."
Parêzer Ahmet Cîhan jî biryara Qeymeqamtiya Beyoglûyê ya derbarê qedexekirina çalakiyê de dijî hiqûqê ye û xwest dosye bi beraetê bi dawî bibe.
Heyeta dadgehê ji bo parastina 38 kesên mayî jî bê girtin û xisûsên kêm bên temamkirin danişîn taloqî 12 Tîrmehê kir.