Dayikên Şemiyê li kiryarên 11 kesên hatin qetilkirin pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de xwestin komkujiya Basanê ya di sala 1996'an de 11 kesên ku bi gule û şewitandinê hatin qetilkirin were ronîkirin.

 Stenbol- Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin û kiryar bên eşkerekirin çalakiya xwe li dar dixin, di hefteya 928'an a sala nû li ser onlaine li dar xistin. Çalakiya dayikên Şemiyê ya vê hefteyê pirsa kiryarên di 15'ê çîleya 1996’an de 11 gundiyên ku li gundê Basa yê Şirnexê di nava minibûsê de hatin gulebarankirin û piştre hatin şewitandin û weke ‘Komkojiya Basanê’ ket dîrokê hat kirin. Daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê ji aliyê xwişka Hasan Ocak, Masîde Ocak a endama Şubeya Stenbolê ya komîsyona girtî û windahiyan ve hat xwendin.

‘Komkujî ket qeydên dewletê’

Masîde Ocak destnîşan kir ku komkujiya Basanê ketiye qeydên dewletê û ev bûyer di rapora Koma Xebatê ya Aştiyê ku di qeydên dewletê de jî heyî de ye. Masîde Ocak diyar kir ku li gorî raporê leşkeran di 10-12'yê çileyê de bi ser gundê Çevrimlî û Yatagan ên Basaya Şirnexê ve girtin Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç di serdegirtinê de hatin binçavkirin û ew birin Tabûra Şelkeşan a Taşkonakê. Li vir di encama îşkenceyê de hatin qetilkirin.

‘Çeteyên ku çûn Tabûrê jî hatin kuştin’

Di 15'ê çileya 1996’an de leşkeran telefon ji keyayê gundê Koçyurdu Mehmet Oner di heman demê de cerdevanî dikir re vekir û daxwaza şandina minîbusê kir. Mehmet ji rewşa heyî bi fikar bû nexwest ajokar bi tenê biçe. Mehmet, cerdevan Hamît Yilmaz, Abdulhalîm Yilmaz û Lokman Ozdemîr jî girt cem xwe bi minibûsa Ramazan Nas çûn Tabûra Cendermeyan a Taşkonakê. Leşkerên ku li benda wan cerdevanan nebû, wan jî qetil kir. Piştre kesên ku beriya niha hatin qetilkirin û yên din bi tevahî 10 kesî xistin heman minibûsê û bi qoltuxan ve girêdan çiwal xistin serê wan. Minibûsê ku di bin kontrola leşkeran de bi ajokar Ramazan Nas re derket rê, rê ji hêla leşkeran re ji hatin çûyînê re hat girtin. Piştî ku minibûs gihîşt cihekî leşker ji minibûsê dûrketin. Pêşî gule reşandin û piştre bi roketê êrîş kirin. Ajokar Ramazan Nas dema xwest bireve ji hêla leşkeran ve hat guleberankirin û hat qetilkirin. Cenazeyên ku bûn xwelî radestî malbatan nekirin.

Nehiştin rojnamevan bi gundiyan re biaxivin

Masîde Ocak da zanîn ku piştî bûyerê ji hêla leşkeran ve beyî lêkolînkirina nasname û merasîma olî bi lez û bez û bi komî hatine definkirin û wiha domand: “Wê demê Serkana Giştî ya Leşkerî di 16'ê çileya 1996'an de rojnamegerên biyanî û yên Tirkiyeyê ve bi helîkopterê birin Basanê. Li vir Albay Oguz Kalelîoglu daxuyaniyek da û derew kir û got 'Komkujî ji hêla PKK'ê ve hat kirin.' rê nehat dayîn ku rojnamevan bi gundiyan re biaxivin, Şandeya ku hat tenê 20 deqîqe li cihê bûyerê hatin rawestandin û rê nedan bi gundiyan re biaxivin. Hîn rojnamegeran fikarên xwe yên der barê bûyerê de anîn ziman. Ev rojnameger fikarên xwe bi Komeleya Mafên Mirovan û Koma Xebatê ya ji bo Aştiyê re parve kirin.”

‘Ev komkujî ji aliyê hêzên dewletê ve hat kirin’

Masîde Ocak da zanîn ku piştî bûyerê şandeyek bi Koma Xebatê ya ji bo Aştiyê re çûn cihê bûyerê û li vir lêkolîn hatin destpêkirin. Di navbera ragihandina fermî û daneyên hatin komkirin û gotinên şahidan de gelek nakokî derketin holê û wiha got: “Li gorî dane û agahiyan ragihand ku 'Qetlîam ji hêla hêzên dewletê ve pêk hatiye'. Şandeyê bi raporên ku hatin amadekirin serî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê, Walîtiya OHAL'ê û rayedarên leşkeriyê da. Şandeyê bi dehan caran serî li dozgeriyê da. Lê belê heta niha tu encamek derneket holê.”