Dayikên Şemiyê: Li Bûrsayê zîhniyeta tarî ya salên 90'î hat xwedî derketin

Dayikên Şemiyê bertek nîşanî êrîşa nîjadperest a di maça Amedspor-Bursasporê de dan û doza Ayten Ozturk a di sala 1992'an de bi îşkenceyê hat qetilkirin parve kirin û wiha gotin: "Li Bûrsayê zîhniyeta tarî ya salên 90'î hat xwedî derketin.”

Stenbol- Dayik/Mirovên Şemiyê ji bo dîtina kesên di bin çavan de hatine windakirin û hesabpirsîna ji kujerên wan, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya hefteya 937’an jî dosyaya Ayten Ozturk a ku endamê Jîtemê Mahmut Yildirim ê bi nasnav ‘Yeşîl’ wek bersûc cih digre, bi raya giştî re parve kirin. Di çalakiya bi awayekî serhêl hat li dar xistin de, her wiha bal hat kişandin ser êrîşa nîjadperest a li Bûrsayê ya li hemberî Amedsporê û li tribûnan vekirina posterên navên tarî yên salên 90'î Mahmut Yildirim, Cem Ersever û Torosên Spî yên ku sembola cînayetên kiryarê nediyar.

'Tiştên ku li stadyumê qewimîn çalakiyek birêxistinbûyî ye’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di maça di dîroka 5’ê Adara 2023’an de di navbera Bursaspor û Amedsporê hat lîstin de posterên 'Torosê Spî' ku sembola cînayetên kiryarê nediyar û windakirinên bi zorê yên salên 1990'î û Mahmut Yildirim ê bi nasnav ‘Yeşîl’ tê naskirin ku wek yek jî kiryarên sûcên li dijî mirovahiyê bi 'Torosên Spî' tê bibîranîn hat vekirin. 'Torosa Spî' û 'Yeşîl' di bîranîna me de sembolên hin cînayet û windakirinên bi darê zorê yên bikaranîna hêz û derfetên dewletê ne. Ji ber vê em nikarin di maça Amedsporê de bikaranîna wêneyê Torosê Spî û ‘Yeşîl’ û êrîşên li dijî lîstikvanên Amedsporê jî wekî hîsteriya komek temaşevanan binirxînin. Tiştên li Stadyûma Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê qewimîn, çalakiyek birêxistin kiriye. Ev çalakî di encama rê dayîna Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Wezîrê Ciwanî û Werzîşê Mehmet Kasapoglu, Waliyê Bursayê Yakup Canpolat, Midûrê Emniyeta Bursayê Tacettîn Aslan û hakemên li stadyumê û hêzên ewlehiyê yên dewletê pêkhat.

'Divê kesên rê li ber pêkanîna sûc vekirin bên darizandin'

Tiştên ku li Stadyuma Bursayê qewimîn xwedî derketina zihniyeta tarî ya salên 90’î ye. Ev peyama 'Ev sûcan me pêkanî, em li vir in, em ê dîsa bikin' e. Ji bersûc û gumanbarên sûcên li dijî mirovahiyê re peyama 'hûn parastî ne' ye. Ji bersûcên bi sûcên dijî mirovahî tên darizandin û tên lêgerînkirin re peyama ‘hûn tên parastin e’. Bi kurtahî sûcêkî divê were cezakirin e. Divê kesên sûc kirine û yên ku rê dane pêkanîna bên darizandin û cezakirin. Em carek din ‘Yeşîl’ kî ye vêdibêjin: Yeşîl, endamek JÎTEM û MÎT'ê ye ku navê wî bi kuştin, revandin, windakirinên bi zorê ku navê wî di salên 1990'î de wek kiryar nediyar hat hiştin, tê binavkirin e. Em di hefteya xwe ya 937’emîn de, em doza Ayten Ozturk a ku Yeşîl wek bersûc cih digre,  bi raya giştî re parve dikin.

‘Ayten Ozturk bi îşkenceyê hat qetilkirin’

Ayten Ozturk a 32 salî li Akpinara navçeya Mazgirtê di kargeheke Îdareya Taybet a Qeymeqamtiya Tunceliyê de dixebitî. Di êvara 27’ê Tîrmeha 1992’an de piştî kar, ji aliyê 4 kesên ku di wesayîtek spî de bûn hat revandin. Piştî 13 rojan li Kartaltepeya navçeya Karşiyaka ya Elezîzê li qadek vala hatibû defin kirin hat dîtin. Nasnameya Ayten a ku laşê wê hatibû perçekirin û çavên wê hatibûn derxistin, encex bi cil û bergên wê hat naskirin. Fermandarên JÎTEM'ê diyar kirin ku endamên JÎTEM'ê Ayten Ozturk ji aliyê Yeşîl û ekîba wî ve di wesayita ku OHAL’ê jê re veqetandiye de hatiye revandin û piştre birin JÎTEM'ê ya Amedê û piştî îşkenceya 3 rojan hat înfazkirin. Ev daxuyanî di çapemeniyê de jî cih girtin.

‘Dosya bi hinceta demboriyê bi bê cezatiyê encam bû’

Her çendî ku tê zanîn kesên ku Ayten Ozturk revandin, bi îşkenceyê qetil kirin, laşê wê winda kirin û ev sûcê li dijî mirovahiyê nixumandin, lê lêpirsîn û peyketineke bi bandor bi awayekî ku rê bide tespît kirin û cezakirina berpirsyaran nehat kirin. Tevî ku di dosyayê de şahid, delîl û îtîraf hebûn jî, doza ku li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin, di 21’ê Îlona 2022’an de bi hinceta demboriyê ji bi bê cezatiyê encam bû.

‘Em ê kesên ku bûne hevpar ji bîr nekin’

Em di hefteya xwe ya 937’an de careke din bi bîr tînin: Em ê li hemberî van hemû polîtîkayên çewisandin û tirsandinê serî netewînin; Em ê bi israra têkoşîna xwe rêya xwe bidomînin. Di dema domandina rêya xwe de em kesên ku bûne hevparên vê sûcê ji bîr nekin. Çend sal jî derbas bibin, ji bo Ayten Ozturk, ji bo hemû windahiyên me edaletê dixwazin û bi bîr xist ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqî yên gerdûnî tevbigere, em ji Galatasaraya ku 238 hefte ye li me qedexe ye, cihê hevdîtinê yê windahiyên me ye, bernedin.”