Dayikên Şemiyê li aqubeta Ridvan Karakoç pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqubeta Ridvan Karakoç ê ku beriya 29 salan di bin çavan de hat windakirin pirsîn û diyar kirin ku çi dibe bila bibe dest ji lêgerîna edaletê bernadin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê di hefteya 986’an a çalakiya xwe de li qada Galatasarayê bûn. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqubeta Ridvan Karakoç ê ku di sala 1995’an de di bin çavan de hat windakirin pirsîn.

Daxuyanî ji aliyê çalakgera Şemiyê Îkbal Eren ve hat xwendin û wiha got: “Em li vê derê ne ji ber hiqûqa navneteweyî, ji ber sûcê di bin çavan de windakirina mirovan. Windayên di bin çavan de, ji ber fermanên erkdarên dewletê û di encama çavlêgirtinê de çêbûne, bi awayekî aktîf lêpirsîn çênabin.”

Gef li Ridvan Karakoç dihat xwarin

Îkbal Eren der barê Ridvan Karakoç ê 34 salî beriya 29 salan hat windakirin de ev agahî da û wiha got: “Ridvan Karakoç ê 34 salî li Stenbolê dijiya. Di saziyên partiya siyasî, çand û hunera Kurdî de xebatan dida meşandin. Di îfadeya kesek ku di sala 1994’an de hat binçavkirin de der barê wî de biryara girtinê hatibû girtin. Polîsên ku li Ridvan Karakoç digeriyan mala malbata wê xistibûn bin çavdêriyê. Dem bi dem bi ser malê de digirtin, digotin ‘Ridwan bînin, ger hûn neynin cihê ku em wî lê bibînin em ê wî bikujin’ gef li malbatê dixwarin.”

‘Gotin ‘ne li gel me ye’ 

Îkbal Eren destnîşan kir ku Ridvan Karakoç heta dîroka 15’ê Sibata 1995’a bi awayek bi rêk û pêk bi malbata xwe re diaxivî û wiha domand: “Ji vê dîrokê û şûnde hemû têkilî bi Ridvan re qut bûn. Dorpêça polîsan a li malê rabû. Zextên polîsan bi dawî bûn. Malbata Karakoç serî li hemû deran da lê belê bêencam ma. Ji bo Ridvanê ku binçavkirina wî hat înkarkirin, hemû saziyan bersiva ‘ne li gel me ye’ dan. Piştî lêgerîna bi îsrar a 110 rojan li Goristana bê kesan a Altinşehîrê, cenazeyê Ridvan Karakoç ê ku şopên îşkenceyê li ser hebûn hat dîtin. Malbata wî li her derê li Ridvan digeriyan, bedena wî ya bêruh ji hemû saziyên fermî derbas bûbû bi rojan, piştî ku li saziya Tiba Edlî ma, li emniyetê tevî şopên tiliyên wî hebûn jî derket holê nasnameya wî weke ‘kesê nediyar’ hatiye veşartin.”

‘Em ê nehêlin sûcên ku hatin kirin û kesên hatin windakirin werin jibîrkirin’

Îkbal Eren bi bîr xist ku der barê Ridvan Karakoç de lêpirsînek baş nehatiye meşandin û wiha got: “Dayika Asiya Karakoç ku di sala 2016’an wefat kir, bigotinên; ‘Dewletê em ji hemwelatîbûniyê derxistin, hemû derî li me girtin’ pênaseya tiştên ku jiyabûn ir.  Em di hefteya xwe ya 986’an de careke din bang li saziyên darazê dikin ku peywira xwe bi cih bînin, der barê binçavkirina Ridvan Karakoç de her tiştî eşkere bikin. Divê ku kes û saziyên bepirsyar tesbît bikin werin cezakirin. Çend sal derbas dibe, bila bibe; ji bo Ridvan Karakoç û hemû windayên me em dest ji xwestina edaletê bernadin û em dibêjin em ê nehêlin sûcên ku hatin kirin û kesên hatin windakirin werin jibîrkirin. Dewlet neçar e li gorî nirxên mirovî û edaletê tevbigere.”

Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê qornefil danîn qadê.