Dayikên Şemiyê: Kesên di erdhejê de winda bûne li ku ne?

Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 935’emîn de li aqûbeta kesên di erdhejê de winda bûne pirsîn û daxwaza avakirina koordînasyona windayan kirin.

Stenbol – Dayik/Mirovên Şemiyê ji bo dîtina kesên di bin çavan de hatine windakirin û hesabpirsîna ji kujerên wan, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya hefteya 935’an jî li ser înternetê hat lidarxistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta windayên erdhejê ku agahî ji wan nayê girtin, pirsîn.

‘Kesên di erdhejê de winda bûne li ku ne?’

Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal vîdeoyek erdhejê ku hilweşandinê nîşan dide parve kirin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kesên di erdhejê de winda bûne li ku ne? Gelek kes li pey xizmên xwe ne ku wan bibînin û dikin û nakin xwe nagihîjînin wan. Li gorî beyanên şahidan, wan li ambulansan siwar kirine, birine nexweşxaneyê û hê jî qeydên wan nedîtine. Tevî hemû hewldanan jî negihîştine xizmên xwe yên windayî. Felaketek giran bi serê mirovan de hat. Hê firsend nedîtine ku birînên xwe bipêçin. Ji ber ku nikarin xwe bigihîjînin xizmên xwe travmayek giran li ser wan bandor çêkiriye. Ji ber ku koordînasyonek ji bo windayên erdhejê bên dîtin nehatiye avakirin, malbat bi tena serê xwe hatine hiştin.

Em bang li wezaretan dikin ku ji bo windayên erdhejê koordînasyone ava bikin. Em bi dil û can bi malbatên xwe re ne ku dikin û nakin nagihîjin windayan. Em li cem we ne. Heta hûn bigihîjin hezkiriyên xwe em ê jî li aqûbeta wan bipirsin.”